PolîtîkRojev

Li Maxmûrê Baregehê operasyonên hevbeş hate avakirin

Berpirsê Liqê 23 ê Qereçoxê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Kurmanc Ebdulla ji K24ê re ragihand, li gor rêkeftina di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, Odeya Oerasyonan a Hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê hat vekirin û 5 efserên Wezareta Pêşmerge di wê odeyê de dest bi kar kirin.

Diyar kir jî, destbikarbûna wê odeya hevbeş dê bibe hevkar ji bo avakirina hêzên hevbeş û pêkanîna operasyonên hevbeş, ji bo vegerandina aramiya ji wan herêman re û ji bo vegerandina baweriya welatiyên ku piştî 16’ê Cotmehê ji wan herêman derketine.

Kurdistanê Kurmanc Ebdulla diyar kir jî, biryar e ew kesên ku piştî 16ê Cotmehê dest danîne ser baregehên PDKê jî wan baregehan vala bikin.

Ev di demekê de ye, duhî Odeya Operasyonên Hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê hat avakirin, li gorî rêkeftina di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî, di rojên bê de çend navendên hevbeş ên din tên avakirin ji bo ku ew valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye bêne dagirtin û rê li ber tevgera DAIŞê were girtin.

Back to top button