HevpeyvînRojev

Çima Behreyn dibe xwedî dewlet lê Kurd na?

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa hewldanên amadekirina destûrekê ji bo Herêma Kurdistanê, operasyon û êrişên artêşa Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê û dawîn pêşhatan kir.

Fazil Mîranî got, li ser şerê PKK û leşkerên Tirkiyê de ragihand, hebûna PKKê ya li nav sînorên Başûrê Kurdistanê hincetê ji bo Tirkiyê çê dike û têkildarî vê yekê rexne li PKKê girtin ku “rê dide Tirkiye bê Xakûrk, Şeladizê û Zaxo lê nahêle xelkê wan herêman, cotkar biçin ser zeviyên xwe. Li ti dereke cîhanê tiştek wiha heye?”

“Destûr pêdiviyeke bingehîn a xelk û welat e”

Sekreterê Polîtburoya PDKê derbarê hewl û xebatên amadekirina destûreke bingehîn ji bo Herêma Kurdistanê ragihand ku maddeya 120 a Destûra Iraqê rê bi Herêma Kurdistanê dide ku destûra xwe hebe û got ku ev yek ji ber ku hatiye polîtîzekirin dereng ketiye û diyar kir, “Destûr pêdiviyeke bingehîn a xelk û welat e. Destûra Bingehîn girêbesteke civakî ye. Hiqûqa di navbera welatî û rêveberiyê de diyar dike. Lewma hemwelatî bi vî awayî dikarin bi hêsanî daxwaza mafên xwe bikin.”

Li ser şêwazê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê jî Fazil Mîranî diyar kir ku her wek berê ew niha jî li gel wê yekê ne ku serok ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin û got, “Hilbijartina serok ji aliyê parlamentoyê ve jî şêwazek demokratîk e. Lê ez dixwazim bi dengê min bê hilbijartin ne ku bi dengê kesek din li ser navê min.”

 “Metirsiya mezin şerê Kurd û Kurd e”

Li ser alozî û egera şerekî PKK û Pêşmerge jî Fazil Mîranî diyar kir, “Metirsiya sereke, şerê Kurd û Kurd e ku Serok Barzanî jî heram kiriye. Me aştî li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û berî wê jî me aştî li gel PKKê kir. Wek min got;  Serok Barzanî şerê Kurd û Kurd heram kiriye. Li gel vê yekê jî em naxwazin ji ber şerê PKK û Tirkiye ziyan bigihije xelkê me û mirovên me bên kuştin.”

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsanê ve bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh li ser axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û li gor Fazil Mîranî PKK hinceteke daye destê Tirkiyê ku bê nav axa Başûrê Kurdistanê û got, “PKK wisa tevdigere mîna ku dixwaze Tirkiye Herêma Kurdistanê dagir bike.”

“Herdu alî jî dixwazin şer bikişînîn vî alî”

Sekreterê Polîtburoya PDKê bibîr xist ku li ser operasyonên Tirkiyê li Zaxo û deverên din ên sînorî, PKKê berê digot, “Em dê van deveran ji bo artêşa Tirk bikin Vîetnam” û diyar kir, hikûmeta Tirkiyê jî dixwaze peyama “li vir PKKyî neman û em li Bakurê Iraqê ketin pey wan” bide raya giştî û got jî, “Şerên li nav axa me wisa diyar e ku daxwaza herdu aliyan e.”

“Em ne li dijî PKKê ne”

Fazil Mîran amaje bi daxuyaniyên serkirdeyên PKKê yên “li dijî dewleta netewî” dike û diyar dike, “Dibêjin `meseleyeke me ya netewî nîne`. Gelo eger pirseke we ya niştimanî nebe hûn çima hê jî mirovan didin kuştin? Dibêjin `em dê li `Sûriye, Iraq û Îranê konfederalîzmê ava bikin`. Gelo we çi heye ku hûn dê bi gelên din re konfederalîzmê ava bikin? Em xwedî federaliyê ne lê Iraq hê jî me qebûl nake. Dema wê hatiye em vê ji xelkê xwe re bêjin. Em ne li dijî PKKê ne, em li dijî kiryarên bi vî rengî yên di navbera partiyên Kurdî de ne li gel van welatan.”

Fazil Mîranî amaje bi wê kir ku xelkê navçeyên sînorî zerarmendê şerê PKK û artêşa Tirkiyê ye û got, “PKK rê dide Tirkiye bê Xakûrk, Şêladizê û derdora Zaxo, lê nahêle xelkê van herêman, cotkar vegerin ser zeviyên xwe. Li ku dereke cîhanê tiştek wiha heye?”

Sekreterê Polîtburoya PDKê tekez jî kir ku ew qet naxwazin di navbera Pêşmerge û PKKê de şer derkeve û her kes jî rewşeke bi rengî “xerab” dibîne.

“Pirsgirêka me ne li gel şexsan e”

Li ser helwesta berpirs û siyasetmedarên Iraqî taybet jî piştî referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya di Îlona 2017an de got, “Ez her tim dibêjim; pirsgirêka me ne li gel şexsan e. Pirsgirêka me ne li gel Ceiferî, Adil Ebdulmehî, Malîkî, Ebadî û Kazimî ye. Pirsgirêka me li gel wê hişmendiyê ye ku Kurdan wek xizmetkar dibîne. Heta ku Bexda ji vê hişmendiyê xilas nebe, nabe dostê Kurdan.”

Fazil Mîranî her têkildarî vê mijarê behsa diyalogeke xwe ya li gel serkirdeyekî Iraqî kir û got:

“Min rojekê ji yek ji van serkirdeyan pirsî `Hûn Misilman in?`, got `belê`. Min jî got, `wê demê hûn li dijî hedîsên Resûlê Xwedê derdikevin`. Pirs kir ka ew kîjan hedîs e û min jî bersiv da `Ti kesek divê wê tiştê neke ku naxwaze li wî bê kirin`. Dema ku got baweriya wî bi vê hedîsê heye, min jî pirs kir, `di vê rewşê de hûn mumîn in (bawermend) an em?` û min got, `Çima Behreyn dibe xwedî dewlet ku mezinahiya wê ne bi qasî Hewlêrê ye, lê Kurd na? Piraniya welatên Kendavê ne bi qasî Kurdistanê mezin in.`”

Back to top button