
Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî Antony Blinken giha lsraîlê ji bo danûstandinan digel karbidestên Israîlî û Fîlîstînî bi mebesta dabînkirina agirbesta lsraîl-Hamasê. Ji berî serdana xwe êvara duêembû Blinken di Twittera xwe de da xûyakirin ku, “Her çend dema ku me digel partî û hevkaran ji bo pûkanîna agirbestekî hevdîtin dikiran, di heman demê de li ser riya pêş me jî sekinîn, di nav de gavên ku em dikarin bavêjin ji bo avakirina pêşerojek baştir ji bo lsraîlî û Fîlîstîniyan.”
Blinken vê sibehî zû giha Îsrail û wezirû derve yê Israîl Gabi Ashkenazi pêşwaziya wî kir. “Ashkenazi roja Sêşemê li ser twitterê nivîsand:” Ew şanaziyek mezin e ku hûn di yekem serdana xweya fermî de li me bibin mêvan. “
Blinken dê bi Netanyahu re bicive, dûv re bi Netanyahu û Ashkenazi re, dûv re bi Ashkenazi re hevdîtinek bi tenê, û dûv re bi dîplomatên Wezareta Derve re, û her weha Balyozê li DYE Gilad Erdan. Di heman demê de tê plankirin ku ew bi Serok Reuven Rivlin re jî bicive. Serdana Blinken bi çûyina Ramallah , Misrû û Urdinê ve berdam bike.