Li Kurdistanê êdî internet bi sîstema LTE dibe

 

Wezareta guhastin û gehandinê di daxuyaniyekê de ji raya giştiya herêma Kurdistanê re eşkere dike ku, êdî dê herêma Kurdistanê ji bona pêşxistina xizmetên internet li herêma Kurdistanê dê sîstema LTE bikarbîne.

Wezareta guhastin û gehandinê di daxuyaniya xwe de dibêje:

Bi armanca ber bi pêşvebirina warê xizmetgozariyên internet li herêma Kurdistanê, wezareta guhastin û gehandinê a hikûmeta herêma Kurdistanê biryar de ku, sîstema LTE li herêma Kurdistanê bikar bîne. Ev system pêşkeftîtirîn sîstema internet a serdema nuha ye.

Wezareta guhastin û gehandinê li gor biryara jimare yek a sala 2012ê ku, civata wezîran pesind kiriye, hemû amadakeriyên pêwîst amadekirine û pêngavên pêwîst avêtine.

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de daxwazî ji hemû şirket û kompaniyên di warê internet de kar dikin serdana wezareta peywendîdar bikin û daxwazên xwe pêşkeş bikin.

 

Nerîna min :