Nivîsar

Divê em îzin nedin Lozan’a 2-emîn: Hevdîtina Hukumet û Ocalanî…

 Wek her miletekî miletê kurd jî xwediyê mafê çarenivîsariya xwe ye.  Miletê kurd jî wek her miletekî xwediyê maf e, ku serwer, serbixwe û desthilatdar be. Miletê kurd jî bikare dewleta xwe ava bike û an jî kêmtirin bi miletê serdest re ji aliyê maf û statuya sişasî de wek hev be; ji bona vê jî bi miletê serdest û tirk re dewletek federal ava bike.

Dewleta federal,  dewleta yek miletekî nabe dewleta hemû miletan dibe; dewletek îdeolojîk jî nabe, dewletek di ser îdeolojiyan re dibe; dewletek olî û mezhebî jî nabe, dewletek di ser ol û mezheban re dibe.

Dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû û hebûna miletê kurd înkar kir û got ku “kurd jı tirk in”, mafên miletê kurd bi tevayî xesip kirin.

Wê demê miletê kurd jî ji bona mafên xwe yên kolektîf û ji bona qedera xwe tayîn bike û dewleta xwe ya serbixwe ava bike, di sala 1919-an de dest bi serîhildina milî kir.

Ev serîhildanên miletê kurd heta sala 1938-an dom kir. Hezar mixabin, ew serîhildanên miletê kurd bi zorbatiya leşkerî ya dewleta Kemalîst hatin şikandin û temirandin. Miletê kurd hat jenosîd kirin. Kurdistan hat valakirin. Qetlîama miletê kurd hat kirin. Serokên Kurdistanê hatin kûştin. Kurdistan bi her awayî bû welatekî kolonî û heta ji statuya kolonî xerabtir.

Miletê kurd ji derveyî dîrok û siyasetê hat hiştin. Siyaset kirin û xwerêxistinkirin ji bona miletê kurd hat qedexe kirin.

Ev rewşê heta sala 1959-an domand. Di sala 1959-an de kurdan li Bakûrê Kurdistanê jî, ji bona mafên xwe yên milî ketin nav hewildanekê. Hezar mixabin pêşiya vê hewildanê bi zora dewletê û hepisê hat girtin: 50 kurdperwer hatin girtin û hepis kirin û darizandin.

Piştî salên 1960-î, Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê û tevgerên rizgarîxwaz yên li dinyayê li ser Bakûrê Kurdistanê jî bandora xwe danî û tesîr çêkir. Kurd bi gelek babetan ketin nav hewildanek milî.

Beşek kurd piştî ku li Tirkiyeyê Partiya Karker ya Tişrkiyeyê ava bû, di nav vê partiyê bi nasnameya xwe siyaset kirin. Di encamê di sala 1970-yî di derbarê miletê kurd de di kongreya 4-emîn ya partiyê de biryarek hat girtin. Ev biryara bû sedem ku Partiya Karker ya Tirkiyeyê ji aliyê Dadgeha Makezagonê de bê girtin û qedexe kirin.

Kurdan di sala 1965-an de jî Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Tirkiyeyê (PDKT) ava kir. Kurdan xwestin ku bi PDKTê di qeda îllegal de siyaseta serbixwe ya milî bimeşînin.

Kurdan di sala 1969-an de jî DDKO ava kirin. DDKOyê jî di qada vekirî de, siyaseta milî ya kurdî meşand.

Ev xebatên milî yên pirr alî di demek kurt de potansiyelek mezin pêk anîn, li Kurdistanê rêxistinbûnek fireh û kîtlewî pergel kir.

Ev pêşketinê dewleta Kemalîst tirsand.

Li hemberî dewleta Kemalîst,  mûxalefetek civakî ya çep û îslamî û demokrat jî pêş ket. Zor da dewletê.

Loma jî xwediyê dewletê burokrasiya, leşker biryar da ku darbeyek çê bike. Ev darbeya di 12 Adar a 1971-an de pêk anî.

Darbeya Leşkerî ji bona ku pêşiya tevgera milî ya kurd û rêxistinên kurdan bigre; girtinek û êşkenceyek gelek kîtlewî pêk anî. DDKO hatin qedexekirin û girtin.  Damezrênêr, rêvebir, endamên DDKO-yan jî hatin hepis kirin. Berpirsiyarên Partiyên Demokrat yên Kurdistanê jî hatin hepis kirin. Ji derveyî berpirsiyarên rêxistinan; mîr, şêx, axa, serokeşîrên Kurdistanê jî hatin hepis kirin.

Dewletê dixwast ku bi vê rêyê pêşiya tevgera milî ya kurd bigre. Lê kurdan bi berxwedana xwe, îzin nedan vê yekê. Loma jî piştî salên 1974-an li Bakûrê Kurdistanê tevgera milî ya rêxistinî pêştir ket û li Bakûrê Kurdistanê gelek rêxistinên milî bi destê rewşenbîrên Kurdistanê ava bûn. Ev rêxistinan di demek kurt de xûrt bûn û di nav gel de şax dan.

Stratejiya nû ya dewleta Kemalîst…

Di vê merheleyê de Dewleta Kemalîst tespît kir, ku pêşiya Tevgera Milî ya Kurd, bi girtin, bi hepis, bi kûştin û bi sirgûnê naye girtin. Wê demê biryar da, ku stratejiyek nû bipejirîne.

Ew stratêjiya jî ew bû, ku  “dewleta Kemalîst ji bona xwe rêxistinek ava bike. Bi destê vê rêxistinê, tevgera milî ya kurd ji hûndir de teslîm bigre. Li hemberî rêxistinên Kurdistanê operasyonan pêk bîne û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike. Tevgera milî ya kurd ya kurd ji armanca serxwebûnê dûr bixe.”

Loma û girêdayî vê stratejiyê di mahzenên MÎTê de PKKê hat ava kirin. Ji bona ku ev rêxistina xurt bibe, gav bi gav xebat hat kirin. Ew kesên PKKê ava kiribûn, bi dîrok û ceribandinan tevgera milî ya kurd re tu eleqeya wan tûne bû. PKKê bi qedroyên dewşîrme û yên ji derveyî afirandinê ne hatin ava kirin.

PKKê gor stratejiya dewleta Kemalîst meşiya. Li hemberî miletê kurd û rêxistinên Kurdistanê şer domand. Di heman dem de li hemberî rêxistinên çep yên Tirkiyeyê jî şer domand.

PKKê di heman de de ji bona, ku burokrasiya leşkerî Darbeya Faşîst ya 12-ê îlona 1980-yî jî amade bikin, bûn alîkar.

Piştî Darbeya Leşkerî Dewleta Kemalîst gihîşt armanca xwe. Hemû rêxistinên Bakûrê Kurdistanê hatin tasfiye kirin.

Gav bi gav miletê kurd ji stratejiya serxwebûnê dûr xist.

Pêvajoya Lozan a 2-emîn…

Dema ku di sala 1999-an de Ocalanî hat Tirkiyeyê, Ocalanî hîn li belafirxaneyê diyar kir ku dê ji bona dewleta Kemalîst xebat bike.

Dema ku darizandina wî dest pê kir, gelek aşkere li hemberî tevgera milî ya Kurdistanê derket. Serîhildanên milî yên Kurdistanê û serokên wan serîhildanan tawanbar kir. Pesna M. Kemal û hevalên wî kir. Got ku “tevgerê milî yên kurdan bûn sedem ku li Tirkiyeyê demokrasî ava nebe û pêşketina civakî pêk naye.” Dîsa got ku “serokên tevgera milî yên Kurdistanê kevneperst in, M. Kemal û hevalên wî pêşverû û demokrat in.”

Ocalanî li vir jî nesekinî got ku “li hîç parçeyekî Kurdistanê mafê kurdan tûne ye ku bibin dewletek serbixwe, otonom, federe”.

Loma jî li dijî federebûna Başûrê Kurdistanê derket. Ji Dewleta Kemalîst re got ku “li Başûrê Kurdistanê xeteriyek heye. Li wir dewletek serbixwe ava dibe. Îzin bidin min ku ez/em PKKê pêşiya wê dewletbûnê bigrin.”

Ev qewimandina ji aliyê me de, beriya ku em HAK-PARê ava bikin û piştî wê, wek pêvajoya 2-emîn ya Lozanê hat bi nav kirin û terîf kirin.

Loma jî me biryar da ku em li hemberî vê pêvajoyê xebat bikin û têkoşîn bimeşînin.

Ev pêvajoya hatiye merheleyek nû û vekirî: Hukumetheyî jî rêya Kemalîstan dişmeşîne…

Piştî ku dîsa di navbeyna hukumet û Ocalanî de danûstandin hat kirin. Ev pêvajoya hat merheleyek nû û vekirî.

Ocalanî, garantî û soz daye hukumetê ku ji bona Kurdistanê serxwebûnê û xweseriyê daxwaz nake.

Dema ku Ehmet Tirk çû seredaniya Ocalanî, wî jî diyar kir ku “daxwazên Ocalanî, hukumetê eciz nake. Dawazên gelek bi hêsanî pêk bêne.”

Divê baş bê zanîn ku Ocalanî dikare li ser navê PKKê qise bike. Ew jî divê di mijar û pirsa çekberdanê de be.

PKKê bi destê dewletê ava bû û çekdar bû. Nûha jî wezîfa dewletê ew e ku PKKê bêçek bike.

Ji derveyî vê hukumet û Ocalanî nikarin li ser navê kurdan bazarê bikin. Hukumet û Ocalanî çi dikin bila bikin, ew nikarin pêşiya çarenivîsiya, serwerî û desthilatdariya miletê kurd bigrin.

Bes ew dikarin pêvajoya azadî û rizgariya miletê kurd dereng bixin.

Hukumet ji bona ku niıkare ku mafê miletê kurd yên kolektîf di çarçeweya hûqûqa navneteweyî û mafê çarenivisıya miletan de bide, ew jî mentalîte û metodên Kemalîstan pêk tîne. Rê û rêbaza wan di pirsa miletê kurd de dimeşîne.

Hukumet bi vê mentalîteyê nikare dewletek nû ya kurdan û tirkan û grubên din yên etnikî; dewletek demokrat û nû ava bike. Di heman dem de jî nıkare makezagonek nû jî çê bike. Bes dikare ji bona desthilatdarbûna xwe ya dewleta Kemalıst makezagonek çê bike.

Ew jî nabe makezagona gelên Tirkiyeyê, dibe makezagona Partiya AKPê.

Loma divê em li dijî pêvajo û plana 2-emîn a Lozanê derkevin.

Divê em daxwaz bikin ku hem PKKê dev ji çekan berde, hem jî hukumet dev ji dewleta Kemalıst berde.

Ji bona gelên Tirkiyeyê dewletek federal pêwîst e. Heger dewletek federal ava nebe,  miletê kurd xwediyê maf e ku dewleta xwe ya sewrbixwe ava bike.

Rewşa Rojhilata Navîn û çarçeweya pirsa Kurd-Kurdistanê ya vê merheleyê jî van opsîyonan gelek vekirî derdixin pêş miletê kurd jî û dewletên dagirker jî.

Kurd jî, beşek ji mirovatiyê ne û miletê kurd jî qasî her miletekî xwediyê maf e.

 

 Amed, 24. 01. 2013

 Îbrahîm GUÇLU

 

([email protected])

 

 

 

 

 

 

Back to top button