Polîtîk

Şerê budceyê

Wezareta aborî û darayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva odeya lêkolînên aborî a girêdayî tevgera Goranê dide û di wê daxuyaniya xwe de dibêje ku, Tevgera Goranê, bi navê lêkolînên aborî, rastiyan  li ber çavên hevwelatiyan vedişêre û naveroka budceya sala 2013ê şêlû dike.

Wezareta finans û êkonomî a hikûmeta Kurdistanê dibêje ku, Odeya lêkolînên aborî a ser bi Tevgera Goranê ve, çend raportek bi navê şirovekirina pirojeyasaya budceya sala 2013ê a herêma Kurdistanê weşandine:

Beşek mezin ji naveroka wan raportan, di rastiyê de,  ji lêkolîn û şirovekirina yasaya budceya sala 2013ê dûr in.  Tevgera Goran ew lêkolîn û şirovekirin, bi tenê, ji bo şêlûkirina raya giştî û bikaranîna budceyê ji bo armancên xwe yên siyasî weşandine. Mixabin, beşek ji kanalên mediyayê û hindek ji parlamenterên birêz jî naveroka wan raportan di minaqeşeyên xwe de bikartînin û bêy hemdî wam ew dikevine di nav wan şaşiyên kojek yên ku. Odeya navborî a Goranê ketin tê de. Em jî weke wezarreta darayî û aborî neçar in bersiva wan bidin.

Wezareta hikûmeta Kurdistanê dibêje ku, şêlûkirina rastiyan û şaşiyên odeya lêkolînên aborî a ser bi Goranê ve, ne her bi tenê sînorên şorovekirin û nirxandinên zanistê derbas kirine , lê belê ew gihiştîne sewyeyekê ku, hest û soza hevwelatiyan diazirînin

Sivkatiyê bi hindek minasebetên olî û netewî yên pîroz dikin ku, di budceyê de hatine diyar kirin. Weke mînak: di madeya taybet bi heyet û minasbetan de ku, behsa minasebeta jidayîkbûna Pêxemberê mezin yê misilmanan hezretê Mihemed (silavên Xwedayê mezin li ser bin) herwesa, cejna Newroz û serhildanê, minasebeta Helebce, Enfal, şehîdan, serê salê, şahiyên derçûn û hevdunaskirinê yên zanîngehan, hatina heyetên fermî û çend minasebetên din yên siyasî û civakî dike.

Tevî vêna jî odeya lêkolînên aborî a Tevgera Goranê şirove û lêkolînên xwe daxistine sewyeyeke şermin ku, behsa (rabiwardinên fermî û mesrefê şevan) dike û bi awayekî şaş şirove dike ku, bi her awayekî be ew peyama xwe ya siyasî ya pê hatîne telqîn dan bigehînin û di encam da sivkatiyê bi yada jidayîkbûna Pêxemberê mezin, Newroz û serhildana bikin û , bi xeyala xwe, xelkî di ser de bibin. Di rastiya xwe de, mesrefê şevan  ji xerciyên rojane û xerciyên wan fermanber û parlamenterên bi karê fermî dişînin dervey cîyê karkirinê pêk tê.

Back to top button