Nivîsar

Li Kurdistana Başûr

 

Dilciwan Helbest

Li Kurdîstana me Başûr xwedî soz û biryar kîne?  Koka darê ku riknê bingihê avêtiye PDK’eye, lê nihaka ê gerentor dudune. PDK û YNK li qadê rewacin, emê nihaka hinek daxwîyanîyan bidin li gor ku em dibînî û dixwînin, di çapemenîya dinyayê de xwîyadikê û tê kêl û bêjink kirin.

Di lê kolîn û rabirdûyî de, me gelek di ber çavan re der bas kirin û aniha ka jî di rojevê de dîyara.  Bizav û tevgerên wan fîlî fialan, di daw û doza netewî de. Ev  rapor çi derdixê holê?  Li gor xebat û keda wan vî Gelê Kurd çi sûdê jê digrê û di nava gelê Kurd de û li qada nav netewî de çi nirxî diyar dikê ji Kurda re?  Nihaka rewşa îro di çi astê deye, berê nîşan û hedefê wan bi kûde ne?

Pêwîstîya bi lez û bez ku gelekî girînge û berya  her tiştî werê tomarkirin çiye û kî vê bi kar tînê?  Li Kurdîstana Başûr  du rêxistinê bi hêz hene, xwedî hêz û xwedî  bandorin, xwedî biryarin.  Hevrikê hevin, bê divî û baredoxê Kurd ew alaqedar dibin.  Çend partiyên din jî hene lê ew ji xeynî gazin û tevlî hevîyê pêde tişkî wan tune.

Sutûna bingihê PDK Û YNK hene. Lê belê ka em binerin çiqasî berjewendîyn xwe û hewcedarîyên gelê Kurd  û doza Netew, bi çi çavî lê dinerin?

Gelê Kurd dibînin ne korin ne kerin ne aqil kerin, însanin.  Ji roja dest pêka dawa Kurd netewî û heta îro tev diyarin, tev tomar kirî ne, kê çi xaîntî kir kê çi bedelê giran biha dan di vê rîya netew de, ev ne veşartî ne, ev dîyarin.  Lê xwezka  ku  ev beşek ji vî gelê me ne înkarçî ba.  Xwezka ku her wextî rastî pejirandiba hingî wê îşe me Kurda baş meşîba hewqas nedikete vê rewşê û vî halî de, wê ji îro baştir ba.

Em werin dîsa ser  dest pêka doza Kurd û van partîyên garentorin li ser Kurdîstana Başûr.  Rêxistin Partiya  PDK ê  a girîng jî  (Malbata Barzanî)  Her wextî netew parêzin, netewa Kurd, diser her tiştî re digrin!  Pêşî dibêjin Netew dura dibêjin kursî  dura dibêjin hewcedarî.  Lê keko Rêxistina YNKê dibêjê, pêşî pere,dolar  berjewendîya xwe ser her tiştî re digrê, kursîyên xwe pêştirî her tiştî re digrin û netew jî  heger Îran aciz nebê belkî bêjin netewek me heye, lê ku Îran û Îraq bêjin çima YNK  bahsa netewa xwe nakê!

Wexta ku di vê asta han de, di vê derfetê de, di vê dirokê de Kerkûkê bifroşin bi çend dolaran, ka ji îro û pêde mere çi hêvîyê bikê  ji van xaîn miletan?  Lê mixabin hîn jî gelê Kurd tê negiştine Kurdewarî û netew perwerî, fêr nebûne ku azad bijîn, hîn jî bi dûv welat firoşa dene, şerm bikin lo! Naxwe divê ku em berbendî heta ku Îran ji YNK ne xeydê heta ku em dawa Kurdîstan bikin.

Ê birano tucarî Îran û Îraq û Tirkî  netewa Kurd bi rehetî na pejirênin.  Heta ku çox ev bê gelê me jî wê di vê rewşê de bê.  Wexta ku hinek ji gelê me mahrkirîyê Îranê bin û devê hinekan jî  berbendî Ereban bê du qurxûş pere bidin wan û hinek jî bejin em û Tir birane, em birtiyan gela çêdikin.  Ew bira dest dirêjî namusa wan dikin hem dikujin û hem talan dikin û hem sergom dikin, wey nalet li wilo biratî bê.

Erê em bahsa berjewendî yê dikin lê gelê me berjewendî jî tam fêm nekirîye. Ew nizanin berjewendî bingiha wê çîye, ji kûderê dest pê dikê, bejewendî berdewama wê heta kengîye divê mirov  bizanibê.   Beşekî mezin ji gelê Kurd wekî  rojane taştê  û  firavîn û şîv ew dibê belkî hewcedarî yan Kurda bi van hersê xwarinê demkî tenê heye.   Nafikirin bi hezar sala têne kuştin û têne girtin û sergom kirin û talan kirin û ji terefê her kesîve êrîşî gelê Kurd dikin sebebê vê çine?

Ev tevan ji bê dewletîye, ku dewleteke me hebane ev ne dihatne serê me.  Ji bê dewletî em bûne cîyê nêçîra Tik û Ereb û Farisa.  Wxta ku em nêçîra wan bin wê çima nêçîra xwe ji destê xwe bedrin wê bêjin em birane?  Ev du beşin, av di nav me de hene beşek xaînin dibêjin em biratiya gela çêdikin û beşek jî dewarin bezê koçera ne, tu berê pez bidê kû wê bi wirde herê.

Îşê me gelek zore pêdivîyek pir dijwar nûjderîkek pêwîste lê emê li kû  vî dermanî bibînin?   Birano helal bê ji PDK’îyan re bi teybetî jî Malbata Barzanî ku hewqas xwedî sebrin, hewqas teamûlata wan heye. Bi wê sebir û wê zane bûna xwe heta ku wextê tişta tê ji nûka diqedimin e pêş, ez wan pîroz dikim!  Ez carna di televîzyonê de wî dahşê xaîn ku Kerkûk firot dibînîm  ez dikim ku biteqim, ez dibêjim bo çî vî naricimênin?  Ev dinava civînê de çidikê?

Ew malbata xaîn û dev genî, welat firoş bela di nav Kurda de nemînin, bela herin cem wan petronê ku ji wan re dixebitîn xaka Kurdîstanê teslîmî  wan dikirin bela herin cem wan. Ma li nav Kurda çi pîşê wan heye?

5.1. 2019

Back to top button