Yên xiyanet kirin hesani dikarin du îdaretiya Kurdistanê biparêzin

Endamê rêveberiya PDKê da xûyakirin ku, ewên  xiyaneta 16ê cotmehê kirin û zêdetirî nîvê axa Kurdistanê radestî milîsên Iraqê kir, li gel wan hesaniye Kurdistanê bikin du îdare.

Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand, herçend eger heye di nav YNKê de hin kes dijî daxuyaniyên Mehmûd Sengawî yên piştevaniya du îdareyiyê helwêst nîşan bidin jî, lê ‘’Ez piştrastim ev lîstoke û rol dabeş kirine.’’ Û diyar kir: ‘’Hemû yek nêrînin ku eger wekî me nebe, emê têk bidin.’’

Endamê rêveberiya PDKê pirskir û got: ‘’Eger daxwaz dikin hikûmeta nû ya Kurdistanê li ser bingehê 50+50 be, başe çima helbijartin û westandina xelkê Kurdistanê hate kirin?’’

Derbarê gef xwarinên du îdareyi de jî Elî Ewnî got: ‘’Ev xiyanete li xwîna şehîdan û westandina Pêşmerge û qurban dayîna Kurdistaniyan. Lê xelk dizane ewê ku xiyaneta stratejik a 16ê cotmehê kir û Kerkûk û nîvê Kurdistanê bi rêkeftineke gumanî ve radestî Heşd û meşdan kir, li gel wan pir asayî ye ku vê xiyanetê jî bikin. Modela xiyaneta du îdareyiyê jî ji xiyaneta firotina Kerkûkê ne mezintir e.’’

Elî Ewnî got: ‘’Kerem bikin du îdareyiyê ragehînin heta ciwanên Silêmaniyê we ji bajar derbixin.’’

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: