Polîtîk

PYD li xwe hesiya, daxwaziya partiyên Kurdistanî bi cih tîne

PYD vegeriya ser daxwaza ENKSê û îro aşkere kir ku hemû hizbên Rojavayê Kurdistanê dikarin dîsa binkeyên partiyên xwe vekin.

Îro li bajarê Qamişlo Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî yê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berpirsê PYDê Kenan Berekat ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê da Berekat got: “i bo berjewendiyên niştimanî, pêkanîna însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo rewşên baş ji bo diyalogên kurdî-kurdî were avakirin, helwestên neteweyî beramberî dozên ku ji aliyê Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî ve hate derxistin, ev biryar hatin dayîn.

Biryarên îdareya PYDê wiha ne:

1 – Hemû partiyên siyasî yên ku ruxsetên xwe ji Rêveberiya Xweser wernegirtine, dikarin buroyên xwe vekin.

2 – Divê aliyên peywendîdar li gorî naveroka biryaran tev bigerin.

3 – Biryar li ser hemû dezgehên çapemeniyê tên belavkirin û ji 5ê Çileya 2019an ve dikevin meriyetê.

Biryara ku partiyên siyasî yên neruxsetkirî buroyên xwe vekin, li ser banga KNK`ê – Rojava hate dayîn da ku rewşeke baş ji bo hevdîtineke Kurdistanî li dijî gefên dewleta Tirk were avakirin û hemû tevgerên siyasî yên kurdî li Rojava yekitiya xwe ava bikin.”

Bi serokatiya Serok Barzanî 14ê Cotmeha 2014an TEVDEM û ENKS li Duhokê lihev civiya bûn û biryar li ser wê yekê dabûn ku Rojavayê pêkve îdare bikin û biparêzin. Lêbelê TEVDEM û PYD pabendî rêkeftinê nebûn û rênedan ENKS li Rojavayê Kurdistanê siyasetê bike. Herwiha gelek serkirdeyên ENKSê girtin û binkeyên ENKSê jî daxistin.

 

Back to top button