Civak
Li Kerkûkê reberek polisan hat şehîd kirin
Jêderekî nêzîkî hêzên polîsê Kerkûkê di daxuyaniyek taybetî de ji PNA re ragihand, ku îro serê sibê rêvebriê bingehê polîsê Dubiz Huseyn Nêmet dixwezt ber bi cihê karê xwe ve biçe û li ser rêya serekî ya taxa Dumîs ji nişka ve bombeka çandî teqîya û di encam de ew bi xwe şehîd bû û yek ji pasevanên wî jî bi giranî birîndar bû.
Pêdivêyî gotinê ye, ku ew çend roj in kirdarên terorane li Kerkûkê zêde bûne û ji ber ewê çendê jî tirseka mezin di dilê xelkê devrê de dirist bûye û hevwelatîyên Kerkûkê ji ewê çendê nerazîne, ku hêzên ewlehîyê yên Kerkûkê nikarên erkên xwe bi başî pêk bihînin û kêmasî di pêkanîna erkê wan de hene.
Nûçe: Aram Şêrko / Kerkûk