Cîhan
Li Iraqê ereb dixwazin herêma Suniyê çêbibe
Siûdî Erebistan û Qeter piştevanîya daxwaza serkirdeyên Sunnî ya ji bo diristkirina herêmeka Sunnî wek herêma Kurdistanê dikin. Dê ev herêm ji parêzgehên Enbar û Mûsil û hinek deverên rojava ya Iraqê pêk bê.
Li angora siteya Exbar Elşerq Elyewm, ku Siûdiyê di sala 2009 de vexwendineka berfireh di derbarê diristkirina herêmekafederalî de ji Erebên Sunnî re amade kiriye.
Herwiha li gora vê nûçeyê Siûdî Erebistan. bi serkirdeyên Sunnî re, gelek peywendî kiriye û dawaz ji wan kiriye, ku amadekarîyan ji bo vê mijarê bikin û piştevanîya xelkê Sunnî jî ji bo diristkirina vê herêmê werbigirin.