Polîtîk

Serok Barzanî: Kongreyek netewî armancek meye

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê bi Serokatiya Ehmed Tirk kir.

Di hevdîtina han de heyeta mêwan rewşa siyasiya Kurd li Tirkiyeyê di çarçoweya guherînên vê dawî yên li Tirkiyeyê de ji Serok Barzanî re rave kir û heyet her weha rewşa Tirkiyeyê jî a piştî hilbijartinên 12 Meha pêşiya me jî nirxandin û balkêşande ser pilan û projeyên Hikûmeta Tirkiyeyê û eşkere kirin ku, pêwîste Gelê Kurd xwedan helwesteke erênî be li hember wan guhertinên dawî yên li Tirkiyeyê de û deriyên diyalogê ji Hikûmeta Tirkiyeyê û tevahiya aliyên siyasî yên Tirkiyeyê re vekirî bihêle.

Piştî vê meseleyê, lidar xistina kongreya netewiya Kurd jî bi berfireyî hate gengeşe kirin û bi baş hate zanîn ku, kongreya han îsal werê lidarxistin.

Serok Barzanî jî piştgîriya xwe ji bo li darxistina vê kongreya han diyar kir û ragihand ku, ev kongreya han gelek girînge û yek jî bernameyên esasî ya meye û pêwîste Kurd bibin xwedan gotarekî yekgirtî ku, ev jî dibe gotara aştî be.

Serok Barzanî her wiha diyar kir ku, komîteya amadekar ya vê kongreya han ji aliyê Dîwana Serokatiya Kurdistanê ve tê damezrandin û pêwîste di vê warê de di nava tevahiya Kurdên Kurdistanê de lihev hatinek hebe.

Serok Barzanî hew weha diyar kir ku, komîteya han pêwîste karûbarên kongreyê û bernameya vê û ev kesên ku, beşdariya vê dikin destnîşan bike, bêgoman Nunerên aliyên din yên Kurdistanê jî pêwîste beşdariya vê kongreya han bikin.

Serok Barzanî di berdwamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, niha em di nava pêvajoyekî dene ku, di nava civîn û komcivînên navnetewî de piştgîriyeke baş ji Kurd re heye lewre pêwîste Kurd bi awayekî yekgirtî fêde ji vê derfeta han bigre ji bo aştî, bihevre jiyan û yek xistina nav mala xwe.

Serok Barzanî anî ziman ku, serdema çareser kirina kêşeyan bi çek û şer ji her kes re bi dawî hatiye û ti kêşeyek jî bi şer nayê çareserkirin lêbelê bi diyalog çareser kirina wan asane.

Em dikarin bi dû rêyan gelek tiştên baş bi dest bixin, rêya yekem sibana Netewiye û rêya dûdiyan jî aştiye.

Di dawiya hevdîtina han de Serokê Kurdistanê balkêşande ser girîngiya peyvendiyên navbera Kurd û Tirkan de û pêşde çûnên heyî yên di warê demokrasî de li Tirkiyeyê jî weke xalên hander wesif kir bo bihêztir kirina peyvendiyên han û daxwaz ji Kurdan kir daku, fêde ji vê rewşa han bigirin ji bo bi dest xistina mafên reva yên Gelê Kurd li Tirkiyeyê de, Serok Barzanî her weha diyr kir ku, heta demokrasî li Tirkiyeyê de bi pêş bikeve vê doza Kurd jî baştir werê fêmkirin û çareser kirin û vê alîgirên vê doza han jî zêde bibin.

(KTV)

Back to top button