Civak

Li Kerkûk rewş awarte ye

Hinek Erebên şovenîst daxuyannameyek belav kirine û tê de hatiye, ku ew dê îro xwepêşandaneka mezin li bajarê Kerkûkê pêkbînin. Polîsên Kerkûkê jî çûn û hatin qedexe kirin.

Fermandarê hêzên polîsên bajarê Kerkûkê Cemal Tahir di kongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku dê ji sibehê demjimar 06:00 ê sibehê ve çûn û hatin li bajêrê Kerkûkê qedexe be û dê heta demeka nexuyanî jî her weha be.

Cemal Tahir got, ku her kesê vê biryarê bi cih nehîne dê bê girtin û sizadan û da nîşandan, ku wan çûn û hatin qedexe kiriye da ku ewledarîya bajarê Kerkûkê parastî be û di vê derbarê de, hêzên polîsan, pêşmerge û asayiş alîkarîya hev dikin.

Cemal Tahir got: Li angora pêzanînên (informasiyonên) ku heta niha gihiştine me, çend otomobîlên bombekirî ji alîyê terorîstan ve hatine amadekirin, da ku bêne teqandin û rewşa ewledarîya  Kerkûkê xerab bikin. Ewên ewledarîya Kerkûkê xerab bikin, em dê bi dijwarî û li gora qanûnê wan siza bidin.

 

Nûçe:  Aram Şêrko/Kerkûk 

Back to top button