Dosya

Barzani di dilê me de dijî

Îro 1-ê Adarê ye. 32 salvegera koçkirina dawî ya Serokê Nemir Mistefa Barzaniye. Jiyana Barzaniyê nemir, dîroka xebat û berxwedana neteweyeki ye. Barzanî kar û xebata xwe,siyaset û pêşmergetiya xwe, diplomasî û helwestên xwe û ji hemiyê girîngtir bi keseyata xwe ya berz û mezin bû rêbazek ji bo neteweyekî.

Bû ronahiyek ji bo azadiya gelên Kurdistanê. Jiyana Barzanî hemi bi sere xwe bû dîroka tekoşîn û berxwedana miletekî, ji bo mafên rewa ji bo azadiyê û ji bo jiyanek bi rûmet. Îro zarokên vî nemirî li ser xaka Kurdistanekî azad bi serbilindî dijîn û ev destkeftiya mezin bû mizginiya azadkirina beşên din yê Kurdistanê.

Îro 32 ye mîn salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de, Kerkûk cardin bi germî rojeva kurdan de ye. Di vê rojê de xwedî lê derketina Kerkûke , siyaset û çelakiyên ku kurd di derbarê Kerkû de dikin naverokekî bi taybet û rengek din dide tevgera Kurdistanê. Barzaniyê nemir gotiye: “ Kerkûk Dilê Kurdistanêya“ çewe indanek bê dil nikaribe bijî û dil bingehê jiyana insane, Kurdistan jî bê Kerkûk nabe.

Îro cardin li ser rêbaza Barzaniyê nemir, di derbarê Kekrûkê de kar û xebatek ku cihê dilxweşiyê be tê rêvebirin.

Em wek Rojeva Kurd Barzaniyê nemir di 32 saliya wefata wî de bîr tinin û rêbaza wî ya pîroz ya xwe dizanin.

Rojevakurd

Back to top button