Di hilbijartinan de helwêsta yekîtiyê
Kongreya Civak a Demokratîk (KCD), bi armanca yekîtiya Kurdên Bakurê Kurdistanê gavek balkêş avêt. KCD bi partiyên Kurd BDP, HAK-PAR, KADEP û saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin çêkir û ji bo hilbijartinên 12 Hezîranê pêşniyaza diyarkirina namzetên hevbeş kir. Partiyên Kurd jî bi erênî nêzikê pêşniyazê bûn û ragihandin ku di hilbijartinê de hevkariyeke wiha wê rêya yekitiya netewî veke.
Coşgun: Em bi çavekî stratejik lê yekitiyê mêzedikin
Berdevkê KCDê Cemal Coşgun, destnîşan kir ku di pirsgirêka Kurd de ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk gava herî girîng yekîtiya Kurdan bi xwe ye û wiha dom kir: “Em yekitiya Kurdan wek gaveke stratejîk dibînin. Em yekitiyê bi hilbijartinan ve girênadin, lê divê neyê jibîrkirin ku hilbijartin jî ji bo yekitiyê dibin bingeh.”
Coşgun da zanîn ku bi beşdariya DTK, BDP û çendîn saziyên sivîl Komisyona Hilbijartinê hatiye damezirandin û got wê komisyon ji her aliyên Kurdan berendaman diyar bike. Coşgun armanca hevdîtina wan bi partiyên Kurd re jî anî ziman û got di hevdîtinê de wan ji hemû aliyan xwestine ku bi rengekî çalak tevlî pêvajoya diyarkirina berendaman bibin û nûnerên partiyan jî helwestên erênî nîşan dane. Coşgun got: “Eger di hilbijartinan de yekîtî bê damezirandin wê ev gav ji bo yekitiya Kurdan bibe bingeheke girîng.” Coşgun herwiha da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd niha firseteke dîrokî derketiye û got bi armanca yekitiya Kurdan wê hevdîtinên xwe bidomînin.
Kişanak: Yekîtiya Kurdan ji bo me girîng e
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî got ew di çareseriya pirsgirêka Kurd û wergirtina mafê Kurdan ên demokratîk de alîgiriya tevgereke hevbeş dikin. Kişanak got ev salekî ye ku ew helwesteke wiha nîşan didin û ji bo perwerda bi zimanê zikmakî bi partiyên din re kampanyaya îmzeyan birêvedibin.
Kişanak jî wek Coşgun hilbijartina ku wê di Hezîrana îsal de bê kirin, ji bo yekitiya Kurdan pêvajoyeke gelek girîng dibînin û got, “Yekitiya bo hilbijartinê ne rojeva me ya sereke ye, lê em li ser wê yekê guftûgo dikin ku di rêya yekitiya Kurdan da hilbijartin dikarin roleke cawa bileyzin. Em wek BDP’ê di tekoşîna ji bo mafstandinê de tevgera Kurdan a hevbeş girîng dibînin.”
Elçi: Cudatiyên di navbera me de hebûn, kêm bûn
Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettin Elçi yekitiya Kurdan karê herî girîng dibîne û got hemû Kurd bi deh salan e doza vê yekê dikin. Elçi got, “Ji bo vê çi bikeve ser milê me em amade ne ku bikin.” Serokê Giştî yê KADEP’ê Elçi got ew pêşniyara KCD’ê ya yekitiya ji bo hilbijartinê gelek bi wate dibînin û got di paşerojê de di navbera wan û xeta BDP’ê de cûdahiyên programatîk hebûne, lê di demên dawî de cûdahiyên wiha kêm bûne û wiha dom kir: “Siyaseta BDP’ê ya niha ku parastina perwerda bi zimanê zikmakî dike, siyaseteke ku em jî bi salan e diparêzin. Me diparast ku Kurd xwe bi xwe birêvebibin û ji bo ve jî me daxwaziya federasyonê dikir. BDP jî di demên dawî de daxwaziya xweseriyê dike. Dibe ku modelên me cûda bin, lê derbarê birêvebirina Kurdan de, em wek hev difikirin. Ev faktor jî hevkariya me hêsantir dike.”
Bozyel: Hilbijartin firseteke baş e
Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel jî ragihand ku helwestên yekitiya netewî heta nekevin nav pratîkê ti wateya wan tune ye û got, “Yekitiyên ku nekevin jiyana rojane û nebin pratîk wê hertim li ser kaxizan bimînin.”
Li gor baweriya Bozyel hevkariya hilbijartinê wê karibe bibe wek firseteke yekitiya netewî ya Kurdan. Bozyel da zanîn ku di hevdîtina bi nûnerên KCD’ê re wan nêrînen hevbeş anîne ziman û wiha axivî: “Em jî wek nûnerên KCD’ê difikirin ku dema çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye. Ya herî girîng jî ew bû ku kêmasiyên berê bi zimaneke erêni anîn ziman. Em hêj di destpêkê de ne, ne hêviyên me yên zêde hene, ne jî em dixwazin vê hewldanê piştguh bikin. Divê hevkariya me li ser bingeha wekheviyê be û hemû cûdahî wek dewlemendî bên dîtin û ti alî xwe li ser aliyên din nebîne. Piştî ku em di Dezgeha Serokatiya partiya xwe de vê pêşniyazê binirxînin, em ê dîsa bi wan re rûnin û biaxivin.
Firat Baran
(Rudaw)