Eve demeke bi hêceta kolandina xendekan PKK û derdora xwe bi tundî êrîşê serokê Kurdistanê û siyaseta PDKê dikin. Êrîşên wan gihate hedek bê ehlaqî. Pankaratên nivîsîn Barzanî û PDKê bi xiyanetê îtham dikin.

Di bingehê xwe de PKK şerek medyayî û newêrek li dijê Serokê Kurdistanê rêve dibe. Siyaseta PKKê li dijê xeta netewî û taybetî li dijê serokê Kurdistanê tê zanîn. Hewce nake ku mirov behsa vê yekê bike.

Lê niha piştî van êrîşên ne li ser rê û bê ehlaqî gelo helwesta partiyên siyasî yên Kurdistanê çîye?

 

Helwesta kesayetên di nava PKKê de û wek xwe dostê PDKê didin nîşandan çîye? Gelo ev insanên di vê derbarê de bê deng dimînin hêviya çine? Ew aliyên siyasî û herweha kesayetên xwe li ser rêbaza Barzaniyê nemir dibînin, di vê derbarê de çi helwest nîşan kirine?

Ez naxwazim di vê derbarê de behsa helwesta PDKê bi xwe û medya nêzikî PDKê tê zanîn bikim. Ew ji herkesekî behtir dizanin ka gelo di vê derbarê de erkên xwe pêktînin yan na. Bila ev jî bimîne hêviya wan bi xwe ve. Ji aliyek din gelo heta çi radeyê ji vê yekê agahdarin. Ev jî pirsek e.

Bûyerên bi vî awayî karekterê aliyên ku xwe li ser rêbaza Barzanî didin nîşandan jî kifş dike. Gelo heta çi radeyê ev rêbaz  bi naverok hatiye zanîn. Yan jî ev rebaz bi tenê wek sloganek siyasî ji bo hinek berjewendiyên demî tê karanîn.

Îro dema mirov rewşa aliyên siyasî  li Bakurê Kurdistanê di vê derbarê de dinêre tiştek nayê xuyakirin. Ew kesên hinek malper û tevgeran di derbarê siyaseta PKKê de tûj dibînin, gelo li himber vê bûyera dawî  çi helwest danîn.

Helwesta siyasî di dema xwe de û li himber bûyeran refleksên di cih de girîngin. Piştî ew bûyer ji rojevê dekeve tu bihayê helwestan namîne.

Di medya sosyal da gelek kesayet ev helwesta PKKê rûreş kirin. Dema mirov gelemperî li helwesta dinêre gelek kes weşartî û civatên teng de vê bûyera ku Barzanî bi xiyanetê tê itham kirin baş nabîne.

Lê ev têrê nake. Ev helwestek dûrûtiye. Divê vekirî, eşkere ev bûyera rûreş bête şermezarkirin û xwediyê vê helwestê û ew zihniyeta serokê Kurdistanê bi xiyanetê itham dike bête recimandin.

Gelek caran helwesta li himber bûyeran dibe pîvanek di siyasete ku mirov rêve dibe.

9.5.2014

Dara Bilek

2 Nêrîn

  1. Keke Dara,ti mafdari qu merev bi hestek netewi mesele bişopene a rast wekı cenabe we nırxandıye wıloye le mıxambıl,jıxwa yek jı sebebe qu em ne xwadı dewletın ev ne kammılbuna heste netewıye ü hınek xeletıye qu hatıne kırın,le ez bı tere ü deste te sax bın..

  2. roj bas memoste eger tu di zamanê xwe de ligel ve biryarego KDP li derhake xandeka sitandin te helvete ha diyerkiriban nedgahe ve encame ne tu dibeje kiryare kerej cima bedeng dimenin go ev kiryere kerej hukumete basur ne sitandibane nehe bakurji ev kiryare kerej nedikirin ev tiste halo nifake dixin nebere kurdede le mixabin kesi dengexa dernexist hate geha ve encame

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: