Cîhan

Civîna hevbeşa Yekêtiya Ewropa û Kurdistanê

Li bajarê Hewlêrê, îro 9ê gulanê 2014ê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Yana Haypaşkova seroka şandeya sefîrên Yekêtiya Ewropay ku nûneratiya 28 welatên ewropayî dikin kir û di civînekê de rewşa herêma Kurdistan, Îraq û pêşhatên herêmî, hilbijartinên Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Yana Haypaşkova seroka şandeya Yekêtiya Ewropayê, di civînê de, amanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, ew dê roja damezrandina Yekêtiya Ewropayê li herêma Kurdistanê pîroz bikin û ew dixwaz in ji nêzîk haydarî rewşa siyasî û emnî ya Îraq û herêma Kurdistanê bibin û li ser serdana xwe raporekê bi civata wezîrên derve yên Yekêtiya Ewropayê bidin. Wê, herwesa, kar û pilanên Yekêtiya Ewropayê li Îraqê eşkere kirin.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê roja damezrandina Yekêtiya Ewropayê li şandeya mêvan pîroz kir û kêfxweşiya xwe li hember serdana şandeya sefîrên Yekêtiya Ewropayê bo herêma Kurdistanê diyar kir.  Misetfa di axaftina xwe de siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê li hemebr pêşhat û pirsên aktuel di rojeva herîmê de berçav kir û got ku, herêma Kurdistanê dê li ser karwanê pêşkeftin û geşkirinê berdewam be û Yekêtiya Ewropayê dikare di warê alîkarîkirina gelên îraqî de bi tyabetî di warê yasa, mafê mirovî û serxistina pirosesa siyasî û hukimdariyê zêdetir rola xwe bibîne. Mistefa tekîd li ser pêwîstiya vekirina ofîsa Yekêtiya Ewroapyê li herêma Kurdistanê kir.

 

 

Berpirsê têkeliyên derve ji şandeya mêvan re behsa têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên cîran û civaka navdewletî kir got ku, hijmareke mezin ji welatên Yekêtiya Ewropayê konsulxane û ofîsên xwe li herêma Kurdistanê hene û têkelî di swîyeyke baş dane.

Li dor rewşa penaberên surî û penaberên navxweyî, deverên diyên Îraqê, yên li herêma Kurdistanê, Mistefa got ku, heta nuha weke pêwîst hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya wan penaberan kiriye û daxwaz ji yekêtiya Ewropayê kir ku, zêdetir destê alîkariyê ji bo penaberan dirêj bikin.

Mistefa hêvî kir ku, encamê hilbijartinên parlamentoya Îraqê bibe nexşerêyek ji bo pêkanîna hikûmeteke hevbeş ku, tebîrê ji hemû pêkhatên Îraqê bike û mafê hemû aliyan parastî be û ew hikûmet bi destûra Îraqê û pirensîpên hevbeşiya rasteqîne di desthilatê de û di dabeşkirina dahatiniyê de pabend be.

Back to top button