
Hukumeta Herêma Kurdistanê di derbarê êrîşa Îranê li ser herêma Kurdistanê daxûyaniyek ragihand.
Daxûyaniya Hukumeta Kurdistanê:
Em êrîşa şeva borî ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.
Binpêkirina berdewam a Îranê li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ne rewa ye û binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî û pêwendiyên cîrantiyê ye.
Em bang li Komara Îslamî ya Îranê dikin ku dest ji vê êrîşa li dijî Herêma Kurdistanê berde, ji ber ku aramî qet bi tundiyê pêk nayê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li dost û hevkarên xwe yên li hikûmeta federal, Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî bi giştî dike ku li hember van êrîşên berdewam ên Îranê helwesteke zelal nîşan bidin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
2022/11/2