Civak

Ji rojavayê Kurdistanê roket avêtin Dilokê!

Bi roketa êrîşek li ser navçeya Gilgamiş a Dilokê kirin. Li gora agahdariyên rayadarên Tirkiye. Ji rojavayê Kurdistanê 5 roket avêtina navşeya Gilgamişa Dilokê û di encamp de 3 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndarin. Roket li du malan û li Dibistanekî ketine û xwendina  Dibistanê ji bo rojekî hat rawestandin.

Wezîrê navxweyê Tirkiye Suleyman Soylu jî der barê kesên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. Wezîr Soylu got, “Hawanên ji aliyê sînor ve hatin avêtin. Di tespîtên ewil de  6 birîndarên me sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Di çarçoveya agahiya ewil de me 3 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane, 1 jê zaroke  û 1 jî mamoste ye.” Wezîrê Perwerdeya Tirkiyeî Mahmut Ozer jî got, “3 şehîd û 10 birîndarên me hene. Me şehîdeke me mamosteya polê Ayşenur Alkan e.”

Herweha li gora agahiyên media Tirkî didin, ji aliyê rojava duh şev jî bi roketan êrîşî herêma Deriyê Sînor ê Öncüpinar a Kilîsê kirine. Di êrîşê de  leşkerek û 7 polîs birîndar bûn.

Back to top button