Polîtîk

Rojhilatê Kurdistanê bi serkeftina têkoşîna xwe piştrast e

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî, bi minasebeta xwepêşandana û kesên di xwepêşadanan de ji aliyê hêzên rejima Îranê ve bi hovitî hatin qetil kirin daxûyaniyek ragihand.

Ev deqê daxûyaniya Mistefa Hicrî ye:

Gelî azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê!

Mixabin di çend rojên derbasbûyî de hejmareke berçav ji kurên me yên têkoşer di tekoşîna bajêr de şehîd û birîndar bûne. Serhildana nasnameya gelê Kurd nîşan da ku neteweya Kurd li ser îradeya xwe ya ji bo bidawîkirina zilma curbecur û cudakariyê bi israr e. Lê di heman demê de divê berdêlên vê serhildanê bên kêmkirin.

Bê guman şehadeta ciwanên Kurdistanê tê wateya ji destdana sermayeke binirx ji bo Kurdistanê. Eşkere ye ku Komara Îslamî ya Îranê dixwaze rasterast xwepêşandanan bixapîne. Lewma divê gelê Kurd li hember komployên rejîmê û dijberên wê hişyar be.

 Her çendî tevahiya gelê Kurd û azadîxwazên Îranê bi şehîdbûna xwe ya ji bo maf û azadiyên gel serbilind in, lê di vê qonaxê de parastina canê gelê Kurd û têkoşerên me yên fedakar divê girîng be. Bi taybetî ez bang li ciwanên me yên leheng dikim ku bi awayekî herî kêm berxwedanê bidomînin.

Di dawiyê de jî bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelê Kurdistanê re dixwazim û hêvîdarim ku birîna hemû birîndaran sax bibe. Daxwaza kevnar a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hemû şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê, bidestxistina serwerî, rizgarîxwazî ​​û dabînkirina mafên netewî yên Kurd e, ji ber wê jî têkoşîna me ya rewa dê berdewam be.

Rojhilatê Kurdistanê bi serkeftina têkoşîna xwe piştrast e.

Ber bi jîndarên Kurdistanê!

Back to top button