Civak

Li Hezo du leşker û çekdarek yê PKKê jiyana xwe ji dest dan

Li gora nûçeyên medya Tirkî , li qezeya Batmanê li Hezo  vê sibehê di navbera hêzên azayişa Tirk û çekdarên PKKê de şer deketiye û di encamp de 2 efser ên Tirk û çekdarek yê PKKê jiyana xwe ji dest daye.Gora daxûyaniya parêzgerê Batmanê, berê sibehê demjimêr 03.40ê de hêzên ku operasyonê dikin û grubek çekdarên PKKê liqayhev bûne û şer deketiye. Di şer de 3 efser birindar bûne li nexweşxaneyê diduyan ji wan jiyana xwe ji dest dane.Piştî bûyerê gelek ji hêzên çekdarên Tirk rêkirine herêmê û operasyonek berfireh destpêkiriye.

Back to top button