Civak
Li Hewlêrê 6 mehan de, 788 rûdanên şewatê pêkhat

Teqînek li Fêrgeha Pilingên Zêrevanî ya li Hewlêrê rûda
Li Hewlêrê teqînek li komgeheke çek û teqemeniyê ya li Fêrgeha Pilingên Zêrevanî ya li Bineslawe ya Hewlêrê rûda û sê kes birîndarbûn.
Li gor zanyariyên destpêkê agir ji ber teqînê pêkhatiye û heta niha jî nehatiye kontrol kirin. Hêza Zêrevanî navçeyê vala kirine û daxwaz ji xelkê jî dikin ku navçeyê vala bikin. Her wiha heta niha jî sedema teqînê nehatiye zanîn.
Li gor wan zanyariyan li şeş mehên derbasbûyî de li Hewlêrê û deşta Hewlêrê zêdetirê 788 rûdanên şewatê rûdane.