Polîtîk
Nûnera Kurdistanê spasî piştgiriyên Don Bacon kir
Roja çarşemê rêkefta 24ê hezîrana 2020 Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka peywendiyeke telefoniyê li gel Kongresmen Don Bacon Endamê Kongresa Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka encam da.
Li guftûgoyê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka spasî piştgiriya berdewam ya Kongresmen Don Bacon ya ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Her wiha her dû alî di derbarê pêşveçûnên dawî yên li navbera Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Têbînî: (wêne li civîneke payiza derbasbûyî li navbera her du aliyan da hatiye girtin).