
Rêveberê Giştî yê Tendirustîya Hewlêrê Dlovan Muhammed ragihand ku heta niha 221 bûyerên kolerayê li Hewlêrê hatine tomarkirin.
Muhammed di daxuyanîya xwe ya ji bo çapemeniyê de destnîşan kir û got: “Ev tê wê wateyê ku roj bi roj hejmara nexweşên kolerayê zêde dibe“.
Muhammed bi berdewamî got: “Hemû tedbîrên tenduristîyê bi hemahengîya Rêveberîya Paraztina Tenduristîya Hewlêrê hatine girtin ” û gotina xwe wiha domand: “Gava ku hejmar zêde bibin, ne tenê tenduristî, divê hemî sektor, nemaze rêveberîya avê û çavkanîyên avê, ku wê bandorek mezin li ser vê nexweşîyê bike, bên kontrol kirin”.
Dlovan Mihemed diyar kir ku Rêveberîya Avê ya Hewlêrê derbarê mijarê de hatiye agahdarkirin û di destpêka hefteya bê de wê bi parêzgarê Hewlêrê Umêd Hoşnav re hevdîtin pêk bê.