CivakRojev

Bikaranîna tiryakê daket binê 12 salan

Bikaranîn û bazirganîya tiryak û maddeyên hişber li seranserê Kurdistanê bûye serêşandin û pirsgirêkek mezin. Ev yek hem parçeyek ji siyaseta dewletê ye û hem jî parçeyek ji siyaseta hinek partîyên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin û bi zanyarî zarokên Kurdan ji hişmendîya netewî dûr dixin. Di bazirganîya tiryakê de milyon dolar dîzîvirin. Ji Afganistanê derbasî Îran û Qendîlê û ji wir jî derbasî bakurê Kurdistanê, Tirkîyê û Ewropayê dibe. Yek ji domandina şerê bê armanc jî bazirganîya tiryakê û qezenckirina milyon dolaran e. Bikaranîna tiryakê û bêhişkirina xort û ciwanên Kurd hem li başûrê Kurdistanê û bi taybet li bakurê Kurdistanê xort û ciwanên Kurd biriye helakê. Yên dewlemend dibin baronên tiryakê, dewlet û xizmetkarên wan, û yên dicin helakê û zirarê dibînin Kurd û zarokên wan in.

Di vê derbarê de baroya amide raporek amade kir. Di raporê de dixuye ku bikaranîna tiryakê daketiye binê 12 salan û zarok jî êdî ketine vê xefika qirêj. Baroya Amedê di derbarê bikaranîna tiryakê de raporek amade kir. Alîkarê Serokê Baroyê Mehdî Ozdemîr dibêje, “Em di navbera salên 2021-2022an de ji sedî sed zêdebûnek zarokan dibînin”.

Li Diyarbekirê û li seranserê bakurê Kurdistanê û Tirkîyê yek ji pirsgirêkên herî rojane kişandina tiryakê ye. Li gor rapora ku Baroya Amedê di derbarê bikaranîna tiryakê ya li Amedê amade kiriye, li gor daneyên îstatîstîkî yên di pergala qeydkirina OCAS (Pergala Qeydkirina Parêzeran a Xweser a CMK) de, li bajêr bikaranîna tiryakê her sal zêde dibe.

Firotin û bikaranîna narkotîkê li cem zarokên di binê 12 salî de zêde bûye. Daneyên Baroyê diyar dikin ku di derbarê tiryakê de tedbîrên pêşîlêgirtinê wek pêwîst nayên girtin û li dijî tiryaka ku bi salan zêde dibe bi têra xwe têkoşîn nayê kirin. Li gor daneyên ku baroyê amade kiriye, di sala 2020an de ji bo 15 zarokên ji 12 salî piçûktir, di sala 2021an de ji bo 8 zarokên ji 12 salî piçûktir, di sala 2022an de ji bo 16 zarokên ji 12 salî biçûktir, ji bo 8 zarokên di bin temenê 12 salî de parêzer hatine wezîfedarkirin.  Tiryakkişandin û firotin îro bûye pirsgirêkek tenduristîya gelemperî û her ku diçe berbi zêdebûnê ve diçi. Bikaranîna tiryakê ne tenê di nav zarokên di navbera 12-18 salî de, di nav mezinan de jî sal bi sal zêde dibe.

Rayedarên Baroya Amedê ji bo rê li ber bikaranîn û firotina tiryakê bê girtin, van pêşniyazan dikin:

-Ji bo diyarkirina polîtîkayên têkoşîna li dijî tiryakê û çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî zanistî û aqilane, armancên stratejîk ên pêwîst bên diyarkirin.

-Di têkoşîna li dijî bikaranîna tiryakê û vê pirsgirêkê de divê polîtîkayên gel ên çareserîyê bên diyarkirin û di pêvajoyê de bi awayekî aktîf tevlêbûna rêxistinên sivîl ên herêmî û neteweyî bê kirin.

-Ji bo pêşîlêgirtina qaçaxçîtî, hilberandin, bikaranîn, belavkirin û firotina li kolanan li ser asta neteweyî û navneteweyî tedbîrên pêşîlêgirtinê bên girtin.

-Di warê têkoşîna li dijî maddeyên hişbirê de û di asta herêmî û neteweyî de hişyarî bê zêdekirin.

-Pêwîste siyasetek bi bandor bê afirandin ku li Tirkîyê bikêrhatî û bi bandorîya pergala dadwerîya zarokan bê zêdekirin û zarokên ku ji xizmetên ceribandinê sûd werdigirin di nav civakê de bi avakirina pergalek destwerdana pêşîlêgirtin û rehabîlîtasyonê ji nû ve bicivînin.

-Divê tedbîrên pêwîst bên girtin ku mirov piştî dermankirina narkotîkê ji civakê dûr nekeve, ji nû ve derbasbûn û beşdarbûna wî ya di jiyana civakî de bê misoger kirin û nehêle ku ew carek din dest bi karanîna narkotîkê bike.

Back to top button