CîhanRojev

Di çalakîyan de zêdeyî 600 jin hatin binçavkirin

Komîteya çavdêrîya rewşa kesên ku di xwepêşandanên Îranê de hatine binçavkirin, hefteya borî ragihandibû ku di yekemîn salvegera mirina Jîna Emînî de herî kêm 600 jin li Tehran û bajarên din hatine binçavkirin.

Di daxuyanîya lijneyê de hat diyarkirin ku piranîya kesên hatine binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatine berdan û gelek kes jî bi heman hêvîyê sewqî dozgerîyê hatine kirin.

Li gor nûçeyên medyaya Îranê, 130 jin dema ku li benda bidawîbûna pêvajoya lêpirsînê û diyarkirina çarenûsa xwe bûn, sewqî Girtîgeha Karçakê hatine kirin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR), ku navenda wê li Norwêcê ye, 551 xwepêşander ku 68 jê zarok û 49 jin in, ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kujtin. Zêdeyî 22 hezar kes hatine binçavkirin. ÎHRê da zanîn ku vê yekê piştî çend mehan leza xwepêşadanan kêm kiriye. Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî ev xwepêşandan bi welatên rojava ve girê da.

Meclîsa Îranê roja Sêşemê pêşnûmeqanûnek pejirand ku cezayên girantir ji bo jinên servekirî bê dayîn. Ew yasaya ku cezayê pare, astengkirina xizmetên bankî û karên yasayî li hember kesên ku qedexeya sernixumandinê binpê dikin, di 3 salan de bê cîbicîkirin.

Back to top button