Civak
Li herêma Behra Reş şer e
Li bajarê Behra reş Giresûnê, mayin teqiya û di encama teqîna vê mayinê de leşkerek hate kuştin û du leşker jî birîndar bûn. Li gora medya Tirkî dide xuyakirn, ev mayin ji aliyê çekdarên PKK- ve di rêya leşkeran de hatiye danîn.
Herweha piştî teqîna mayinê, leşker û hinek çekdarên PKK-ê di wê herêmê de liqay hev hatine û di navbera wan de şer derketiye. Li gora agahdariyên Medya Tirkî li devera Derelî ya Giresunê şer berdewam e.
Heta niha tu agahdarî tuneye ku di şer de kuştî yan birîndar hene.