Îran devera Qendîl tobbaran dike

Lig ora nûçeya Kurdistan Tv, dayî îro careke din artêşa Îranê dest bi topbaran kirina  gundên devera  Çiyayê Qendîlê kir.
Demjimar 17.00-ê êwarê. Lêşkerên Îranê bi awayeke gelek giran gundên Serxan, Zêvke, Alîreş Marado, Dola Kokê û hin Deverên ser bi navçeya Jarawe û Pişderê topbaran kir.

Rûniştvanê vê deverê, Fayiq Mehmûd ji peyamnêrê Kurdistan Tv-ê re ragihan ku, ev topbarana han gelek berfire û cidî bû. Golên haven û topan di nava gund û devrûberê hinek gundan de ketine erdê.

Her çend heta niha zererên vê topbarana han nehatine destnîşankirin lê tevahiya   ehlên gundên van deveran, mal û baxên xwe bicîh hêştine û malên xwe bo navçeyên  din veguhestine.

Nêrînek

  1. Gelo Hukûmeta Herêma Kurdistanê çi Dibêje\nGelo ev bê Dengî Berjewendiyê Herêmê tê heye Gelo ev Axa ku tê Topbaran kirin ne bi Xuîna Şehîda Azad buye Gelo ev Axa Pîroz ji kê tê Xwestin Parastina wê ev Erkê Hukûmeta Herêma Kurdistanêye gelo ev\nbê Dengî ne Bese

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: