Piştî geştên esmanî, Lufthansa civînek li Hewlêrê saz kir
Duhî êvarê li hewlêrê li Hotêla Xanzadê, bi amadebûna Kerîma Şingarî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, Olîver Şinakinbêrg konsolosê giştiyê Almaniyayê yê li herêma Kurdistanê, waliyê Hewlêrê, nûnerên welatên biyanî yên li Hewlêrê, nûnerên hikûmeta herêma Kurdistanê yên derve û nûnerên kompaniyên esmanî yên balefiran û hijmareke bazirganan, Şîrketa balafiran Lufthansa a almanî (Deutsche Lufthansa AG) civînek çêkir û têde ragihand ku geştên esmanî di navbera Frnhkfurt û Hewlêrê de dest pê kirin.
Di destpêka merasimê de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve peyvek pêşkeş kir û wî di axaftina xwe de got:
– Sipasiya şîrketa balafiran Lufthansa a almanî dikim, sipasiya berpirsên hikûmeta federe a Almaniya û konsolosê giştiyê Almaniyayê yê li herêma Kurdistanê û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Almaniyayê û hemû wan berêzan yên ku di vekirina geştên esmaniyên ji aliyê şîrketa balafiran Lufthansa a almanî ve rol lîstiye, dikim.
– Bê şik ev biryar, biryareke hêsan nebû, ji ber hindê gelek kes hêjayê sipasîkirinê ne. Heta demekê beriya nuha em ji cîhana derve hetbûn dabirîn, lê bi xebat û tekoşana şirketa balefiran a Austryayî deriyên Ewropayê ji me re hatin vekirin, û bi heman awayî şîrketa balafiran Lufthansa a almanî dikare geştên esmanî di navbera herêma Kurdistanê û Ewropayê de berfirehtir bike.
– Vê pêngavê ji bo herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê, di warê bazirganî, zanîngehan, pêşxistina sektora taybet de û yên ku bixazin serdanan herêma Kurdistanê bikin û serdana derve bikin, fêdeyekî gelek mezin heye.
Olîver Şinakinbêrg konsolosê giştiyê Almaniyayê yê li herêma Kurdistanê jî bi vê minasebetê gotarek pêşkeş kir, wî di axaftina xwe de got:
– Divê îro îraqî kêfxweş bibin ku pêngaveke din ber bi normalîzekirina rewşê ve diçin û deriyekê din ber bi cîhana derve li pêşiya wan hat vekirin. Em dikarin bêjin ku her du bajarên Hewlêr û Bexda beşekin ji nexşeyên bazirganan.
– Rewşa xelkê Kurdistanê û bazarê Kurdistanê beşe û ber bi geşkirinê ve diçe. Îraq û herêma Kurdistanê ji bona careke din welatê xwe avadan bikin di xebatên xwe de berdewam in.
– Vekirina konsolxaneya Almaniyayê li Hewlêr nîşana wê yekê ye ku Almaniya giringiyeke taybet bi herêma Kurdistanê dide û dixaz di binyatdanan herêma Kurdistanê î Raqê de beşdar be.