Serok Barzanî dawetî Tirkiye kirin
Îro sêşem 27/04/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li birêz Ferîdun Sînîrlîoglu Cîgirê Wezîrê derveyê Tirkiye û şandeke bilinda li gel kir.
Li hevdîtinê de, Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye silavên her yek ji Serok Komar û Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Tirkiye bi Serok Barzanî ragihand û nameyeke Wezîrê Derve jî radestî Serok Barzanî kir ku taybet bû bi nêrîn û ramanên Hikûmeta Tirkiye sebaret bi rewşa îro ya Iraq û çawayiya pêşxistina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û ji aliyê Hikûmeta Tirkiye ve vexwendina Serok Barzanî ji bo serdana vî welatî.
Her wiha li vê hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye balkişand li ser pêwendiyên di navbera her du aliyan û tekîd li wê yekê kir ku ew pêwendî roj bi roj berev pêştir diçin û ragihand ku Hikûmeta Tirkiye Kurdê Iraq bi hevbeşeke stratejiya xwe dizanê û pêwendiyeke birayane xelkê Herêm û Tirkiye kom dike û gelê Tirkiye dixwaze wan pêwendiyan pêş bixe bi awayeke ku xizmeta bi berjewendiya her du aliyan de bibe.
Cîgirê Wezîrê Derve rola gelê Kurdistanê li Iraqê bilind nirxand û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi serkirdayetiya hekîmaneya Serok Barzanî pêşkeftineke mezin dîtiye. Li Herêma Kurdistanê kiryara aboriyê gelek heye ku dibe alîkariya her du alî ku sûd li wê kiryarê werbigre û xizmeta berjewendiyan bigihîne, ji ber ku dîrokeke hevbeş li navbera her du aliyan da heye û paşarojê jî bi vê dîrokê ve girêdayiye.
Sebaret bi proseya hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê û ew gîr û giriftên ku lê bûne, Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye ragihand ku welatê wan gelek bi girîngî temaşa Iraqê dike û paşaroja wê ku serkirdayetiya Serok Barzanî roleke girîng li ragirtina parsengiyê li vê Iraqê da heye û tekîd jî li wê yekê kir ku Tirkiye dixwaze Hikûmeta paşaroja Iraqê hikûmeteke hevpeymana rasteqîneya hemû pêkhatên serekiyên Iraqê be.
Serok Barzanî bixêrhatina Cîgirê Wezîrê Derve û şanda bilinda li gel kir û daxwaz kir ku bi heman awayî silav û rêz bigihîne Serok Komar û Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Tirkiye û ragihand ku me rêz û teqdîreke zêde ji bo Hikûmeta niha ya Tirkiye heye, ji ber ku ev hikumet diruste ku ewlehî û asayîşê berqerar dike û xelkê wê bê gîr û girift dijîn û pêwendiyeke dostane jî li gel dewruberê xwe da dadimezrênê. Ji bo wê yekê em bawerin ku bi hevkariya her du aliyan dikarîn navçeyê berev baştir biguherîn.
Di derbarê rewşa Iraqê jî, Serok Barzanî dûpat kir ku em jî li gel wê bîr û baweriyên Hikûmeta Tirkiyêne ku pêwîste Iraq ji aliyê hikûmeteke hevpeymana rasteqîne ve bê birêvebirin û hemû aliyek jî girêdayî destûrê bin û qet jî wekî Kurd nabîne aliyeke li her pirsgirêkê, ji ber ku hewla nêzîk kirina hemû alî û pêkhatan didîn bo ku Iraqê ji wê tengejeyê rizgar bikîn.
Sebaret bi vexwendina fermî ya Hikûmeta Tirkiye jî, Serok Barzanî xweşhaliya xwe beramber wê vexwendinê derbirî û hêvî xwest ku li demeke guncaw da encam bide.