Polîtîk

Salih û Sinirlioglu têkeliyên Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandin

Îro serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li avahiya civata wezîran pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Feridun Sinirlioglu û şandeya digel wî kir.

Di hevdîtinekê de ku wezîrên, navxwe, bazirganî û pîşesaziyê jî amade bûn, cext li ser pêşxistina pêwendiyên navbera herêma Kurdistanê Tirkiyeyê hate kirin, nemaze di warên siyasî, aborî û çandî de.

Herweha hilbijartina parlamentoya Iraqê hate rojevê û herdu aliyan encamên wê bi serkeftî wesf kirin.

Serokwezîr di axaftina xwe de qala girîngiya piştgiriya Tirkiyeyê wek welatekî cîran ê Iraqê di prosesa siyasî ya Iraqê û pêşxistina herêma Kurdistanê de kir û aşkere kir ku Kurdistan ji bo pêwendiyên siyasî, aborî û bazirganî navçeyên din ên Iraqê wek deriyek roleke girîng dilîze. Herweha Salih wek jêrxana pêwendiyeke xurt û berdewam di navbera herdu aliyan de, amaje bi xalên hevbeş kir.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku kurd dixwaze li Iraqê aştî û hevrejiyana birayane bicih bin û di vê çarçoveyê de aşkere kir ku rola kurd li Bexdayê tenê di çarçoveya berjiwendiyên kurd û daxwazên wê de nîne, belku xizmeta pêşxistina prosesa siyasî û bicihkirina sîstema demokratîk û federalî û pêşvebirina hevahengî û hevkariya pêkhatên Iraqê jî dike.

Cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî diyar kir ku welatê wî bi awayekî girîng li pêwendiyên digel Iraqê dinêrî û dixwaze ew pêwendî zêdetir bên pêşxistin û firehkirin.
Di hevdîtinê de çareserkirina arîşeyên hilawistî yên navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê jî wek meseleyên petrol, pêşmerge, navçeyên cudakirî bi riya pêbendbûna destûrê û bicihanîna madeyên wê, hate rojevê.

Derheqê şert û mercên siyasî yên Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû jî, hate diyarkirin ku pêwîst e hemû lîsteyên serkeftî û pêkhatên sereke beşdarî hikûmet û prosesa siyasî ya Iraqê bin.

Herweha di hevdîtinê de gotûbêj li ser pêşvebirina pêwendiyên bazirganî û avakirina navçeyeke bazirganî ya azad û karhêsaniya sermayeguzarên hevbeş hate kirin.
Hevdem destpêkirina xeta asîmanê ya Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê wek hêsankariye ji bo hatinûçûyîna welatiyan û bazirganan hate kirin.

Back to top button