Polîtîk

N. Barzanî: Tirkiyeyê giringiyeke taybet ji bo Îraqê û Kurdistanê heye.

Îro sêşemiyê 27.04.2010ê li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partita Demokrata Kurdistanl PDK pêşwazî li Ferîdun Sînîrlîoglu cîgirê wezîrê derveyê Turkiyeyê û şandeya pê re kir.

Di dîdareke dostane de, rewşa siyasî û emnî ya Îraqê a piştî hilbijartinên parlamentoya Îraqê û xebatên jib o avakirina hikûmeta nû a Îraqê tên kirin, hatin gotûbêj kirin. Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû lîsteyên serketî di hilbijartinan de beşdariyê di hikûmeta nû de bikin û hikûmeta nû temsîla hemû oêkhatên Îraqê bike.

Heyeta Turkiyeyê kêfxweşiya xwe li hember pêşveçûna têkeliyên Tirkiyeyê, Îraqê û herêma Kurdistanê, bi taybetî yên di ware bazirganî û aborî, nîşan da û got ku hikûmeta Tirkiyeyê hêvîxaze ku hikûmeta nû a Îraê hikûmeteke çalak û bingeh fireh be.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî got ku ew gelek kêfxweşe ku têkeliyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê di hemû waran de ku di berjewedniya her du alyan de ye, ber bi pêşve diçin.

Barzanî got ku Tirkiye weke welatekî cîran giringiyeke taybet ji bo Îraqê, herêma Kurdistanê û deverê heye.

Weke tê zanîn beriya heyamekî Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir bû û li wir bi serokwezîrê Tirkiyeyê û wezîrê deve re civiya. Hwerwesa Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke xwe de Receb Teyb Erdigan serokwezîrê Tikiyeyê vexwand bû Kurdistanê da ku beşdariyê di merasima vekirina firokexaneya Hewlêrê de bike.

Back to top button