Polîtîk

Kurdên Başûrî li hev kirin!

Endamê polîtburoya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Babekir di daxuyaniyekê ji PUKmedia’yê re got: “Piştî çendîn civînên navbera lîsteyên serkeftî yên herêma Kurdistanê, îro civîna dawiyê hate pêkanîn, peyrewa navxwe hate dariştin û navê firaksiyonê, Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanî lê hate kirin.”

Di heqê peyrewa navxwe de jî Babekir got: “Li gor peyrewa navxwe maf, erk, şêwaza biryardan û destkeft hatine diyarkirin û bi tu awayî ew hevpeymanî nayê hilweşandin.”

Babekir da zanîn ku hêj dema serdana şandeya kurdî ya bo Bexdayê nehatiye diyarkirin got: “Em li benda yekalîkirina prosesa hilbijartinê û ragihandina dawiyê ne. Piştî yekalîbûna encamên dawiyê, şandeya kurdî dê serdana Bexdayê bike.”
Hêjayê gotinê ye Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanî ji Hevpeymaniya Kurdistanê, Goran, Yekgirtiya Îslamî û Komeleya Îslamî pêk tê.

Herwesa li gor çavkaniyên mediya başûrê Kurdistanê di destûra kutleya herêma Kurdistanê de çen xalên girin hatine destnîşan kirin ku weke pirsên netewî tên binav kirin û divê hemû alî bi wan xalan re bin weke: Madeya 140ê, budceya herêma Kurdistanê, pirsa pêşmergeyên Kurdistanê û pirsa petrolê û dahatyê wê.
Herwesa qewareyên siyasiyê herêma Kurdistanê li hev kriye ku serokatiya Kutleya Hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Îraqê dewrî be.

Back to top button