Polîtîk

Prof. Ofra Bengio: Serokatîya Kurd , li Kurdistanê û li Bexdayê pêşde ye.

Prof. Ofra Bengio,

                            Pispora Rojhilata Navîn a Îsraîlî

 Bi taybetî di naveroka pêvajoya demokratîzekirinê de, di polîtîka Iraqê û Rojhilata Navîn de cîh û girîngîya pirsa Kurd çi ye? 

 Hun rewşa Kurdan çawa dibînin, bi taybetî li Tirkîye û Iraqê?

Di navbera rewşa Kurdên Iraqê û yên Tirkîyê de cudatîyeke mezin heye. Cudatî di hemû astên polîtîk, çandî û ekonomîk de heye. Kurdên Iraqê di pêvajoya dewlet  avakirinê de ji sekina sîyasî ya Kurdên li Tirkîyê gelekî dûr in. Kurdistana Iraqê ne tenê ji bo Kurdên Tirkîyê, lê ji bo yên li Sûrîye û Îranê jî modeleke teqlîdê ne. Her weha, di navbera Kurdên Tirkîye û Iraqê de qayîşkêşî jî heye. Anqere bi zorê be jî hebûna Kurdî ya li Iraqê nas dike, lê belê gelekî dûrî naskirina hemû mafên Kurdên hemwelatîyên xwe ye. “Vebûn” gava yekem a AKP a di wê îstîqametê de bû, lê belê hîn divê rêyeke dirêj biçe.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û welatên Ewropî sîyesetek an stratejîyeke ku Kurdan wek netewekê dibînin heye?

DYA û welatên Ewropî ji bo tevaya netewa Kurd sîyaseteke zelal tuneye. Di navbera welatan de cudatî heye, diguhere. Bi gelemperî, nafikirin ku mafê Kurdan ê bi xwe biryardanê ( self detemînasyonê) heye. Bi rastî, xêzandina piştî Şerê Dinyê yê 1em pîroz dibînin. Paradoks ew e ku vê yekê ji bo gelê Filîstînîyên ku ji gelê Kurd gelekî hindiktir (kêmtir) û ciwantir (kêm-temen) e, wek maf dibînin, lê belê ji bo Kurdan nabînin. Rastîya ku Kurd bervacîya Filîstînîyan di forumên navnetewî yên wek Netewên Yekbûyî (NY) de ne xwedî nûnerîya (temsîl) rasteqîn in, dereca sekina Kurdan a navnetewî nîşan dide.

Pozîsyona gelê Îsraîl û hikûmeta wê li hember Kurdan çi ye, bi taybetî jî Kurdên Tirkîyê?

Gelê Îsraîl bi piranî li hemberî gelê Kurd bi sempatî ye. Hikûmeta Îsraîl ji bo vê mijarê ne xwedîyê sîyaseteke zelal û rûniştî ye. Ya ideal ew e ku divê di navbera têkilîyên wê yên bi Tirkîyê re û yên bi Kurdan re qet nakokî tunebin. Ji ber ku wek teorîk, wek ku Tirkîye di navbera têkilîyên xwe yên bi Îsraîl re û yên bi Filîstînîyan re qet nakokîyekê nabîne, eynî qayde dikane ji bo têkilîyên di navbera Îsraîl, Tirkîye û Kurdan de jî derbas bibe. Lê belê di jîyana rasteqîn de ev rastîya malûm derbas nabe. Îsraîl nikane di navbera Kurdan û Tirkîyê de roleke aştî çêkirinê bilîze, ji ber ku Anqere vê yekê wek mijareke navxweyî (hundirîn) dibîne. Bi tevayî, heke Îsraîl mecbûr bimîne ku di navbera berjewendîyên (menfe’et) xwe yên stratejîk û fikarên mirovîn de tercîhekê bike, muhtemelen ew ê ya yekemîn tercîh bike. Îsraîl û Kurd dikanin di astên cîhêreng ên çandî û civakî de dest bi avakirina têkilîyan bikin. Bi tevayî, di navbera her du netewan de şibîyaneke (nêzîkbûn, wekhevbûn) zêde heye ku dikane ji bo vê armancê bê tevgerandin (mobîlîze kirin).

Li ser serketîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatîya wê hun çi difikirin?

Serokatîya Kurd xuya kiriye ku kanînên xwe yên lîstina lîstikên tevlihev ên sîyasî hem li herêma Kurdistanê bi xwe û hem jî di asta Bexdayê de pêşde xistine. Pirsgirêka sereke gendelî (bêrêtî) û îltîmas e, lê belê xuya dibe ku derketina Goran di hilbijartinên dawî de zor daye hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bêtir hesabdayin û şefafbûnê raber bike. Serketina hebûna Kurdan pir bi vê yekê û piştgirî û tevgerandina gel ve girêdayî ye.

Encamên hilbijartina Adarê ya Iraqê ji bo Kurdan çi encaman pêk tîne?

Hîn pir zû ye ku meriv biryarê bide ku Kurdan li Bexdayê hêza xwe ya mêzîna îqtidarê parastine an na, lê belê vê gavê xuya dibe ku kilîtên avakirina hikûmeteke koalîsyonê di destên wan de ne. Her kî ku hikûmetê saz bike, divê Kurdan li pêş çav bigire. Dîsa, ji salên 70 û 80an dema ku li Bexdayê pir kêm gotina Kurdan derbas dibû, pir cuda ye. Divê meriv tucarî ji bîr neke ku vê yekê têxe rêjeyeke (nisbet) rast.

 Li ser pirsa Kerkûkê hun ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê çi dipên û çi temî (şîret) dikin?

 Kerkûk mijareke bi rastî bi sitirî ye, mijara Qûdsê (Jerûsalem) ji bo Îsraîl û Ereban û dinya Îslamê çawa be, ew jî wisa ye. Ez şexsen difikirim ku divê rêyeke lihevkirinê hebe. Herêmên din ên Kurdistanê ji alîyê petrolê ve dewlemend in, lewra heke em ji alîyê ekonomîk ve lê binêrin, heke rêyeke lihevkirinê hebe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir naêşe. Di dema borî de, şerekî dem-dirêj li dora vê pirsgirêkê zîz bû û xuya ye ku Kurd ji bo şerekî din pir bi îhtiyat in. Rast e ku nuha hêza wan a bazarkirinê ji berê gelekî çêtir e, lê belê dîsa jî divê bi Bexdayê re li hev bikin. Wek ku gotina pêşîyan a Erebî dibêje: “Bisitîne û paşê bêtir bixwazê”.

 Prof. OFRA BENGIO: li Navenda Moshe Dayan a Lêkolînên Rojhilata Navîn û Afrîkayê Erkdara Bilind a Lêkolînan, Profesora Departmenta Dîrokê ya Rojhilata Navîn li Zanîngeha Tel Avîvê. Qada Pisporîyê: Dîroka Hemdem a Rojhilata Navîn, Sîyasetên Hemdem û Nûjen ên Iraqê, û Zimanê Erebî.

Ji ber pêşveçûnên li Iraqê û li hin welatên cîran, Kurd di çend salên çûyî de pir girîng bûne. Awayê herî baş ê dîtina vê yekê ew e ku meriv rewşa wan a nuha bide ber ya salên 1980an. Heta vê dewrê, Kurd pirê caran di destê hêzên cuda yên herêmî û navnetewî de kartek bûn. Nuha di nav xwe de ahengeke çêtir raber dikin; li Bexdayê hêzeke girîng a mêzînê pêk tînin û di qada navnetewî de jî xwe didin xuyakirin.
Back to top button