Civak

Dewlet û belgenameya qirkirina Dersimê

Sala 1938-ê dema  qirkirina Dersimê çêbû, dewletê gelek malbatên Dersimî rêkirin sergumê. Hinek ji van malbatan sala 1955-ê dema surguna wan xilas bûn û cardin vegeriyan Dersimê cih û waren xwe. Yek ji  van kesan Alî akgun bû. Dema Alî Akgun û malbata xwe ji bajarê Kutahya vegeriya Dersimê, parêzerê Dersimê ev veger bi protokolek fermî tesbît kir.

Di protokolê de hatiye kifşkirin ku, malbata Alî akgun hatiye qetil kirin û kesek yê wî nemaye. Beşek ji wê protokolê bi vî awayî ye:
“ … Di qeydên nifusa Huseyin Alataş de tê  xuyakirin ku, Huseyin Alataş û xanima wî Humar, zarokên wan Elif, Mehmet, Hatice, Ahmedî, Suzan, Alicemal, Hetib û Emîne di hereketa sala 1938-ê de hatine îmha (kuştin) kirin. Ji malbatê tenê Ali Akgun li jiyanê  qirkirina Dersimmaye..“

Ali Akgun ev protokol heta wek roja îro veşartiye. Niha piştî 72 salan ev protokola ku belgenameya qirkirina malbata wîye, dide dadgehê û doze li dijî fermandarên  wî demî vedike.

Piştî ku, pirsa  qetliama Dirsimê di parlementoya Tirkiye de hate  minaqeşekirin, ev pirs kete di rojeva siyasî de. Ji hinge ve gelek kesan ji bo doze dijê fermandarên wî demî û dewletê de vekin serî li dadgehan dane û ev proses berdewame.

Back to top button