Li Ewropa dijîtiya kurdan çawa pêşket?
Piştî şerê cîhanî yê yekemîn, di serdema Cemiyeta Miletan de mijara ji nû ve parvekirina(nexşeyên welatan) Rojhilata Navîn girîng e. Ev serdema ku di salên 1920an de destpêkiriye, mijara wêya sereke dabeşkirin, perçekirin û parvekirina erdnîgariya Kurd û Kurdîstanê ye. Di vê serdemê de Kurdan li Başûrê Kurdîstanê ji bo Kurdîstana Serbixwe tekoşîn dikir. Weke mînak, Şêx Mehmûdê Berzencî digot:” Ez şahînşahê Kurdîstanê me.” Ji Brîtanyayê dixwest ku wî wekî Şahîşahê Kurdîstanê binasin. Dewletên Emperyal yên ku di van salan de rewşa cîhanê te’yîn dikirin, weke Brîtanya Gewre û Fransa, Kurdîstana Serbixwe li wê bihêle, Kurdîstaneke bi statuya mêtingehî jî nefikirîn. Wek mînak Irak û Urdun û Filistîn ji hêla Brîtanyayê ve; Suriye û Lubnan jî ji hêla Fransayê ve weke Mêtingeh hatin avakirin. Lê wek mêtingeh statuyek ji Kurdîstanê re nehat avakirin. Kurd û Kurdîstan hatin dabeşkirin, perçekirin û parvekirin. Kurd nebûn xwedî tu statuyeke “siyasî”.
Piştî Şerê Cîhanî yê yekemîn, dema ji nûve sazkirina Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka ‘Ereb û erdnîgariya ‘Ereban jî dabeşbû; lê wek mîrekî û Qralî hatin dabeşkirin. Ev têgehên ha hemî jî statuyên siyasî nîşan didane. Lê Kurd tevî serjimariya wan a bi milyonan, tevî welatê wan û erdnîgariya wana gewre hêç nebûne xwedî statuyeke siyasî. Îro ji Kendava Besrayê heta Okyanosa Atlasê 22 dewletên ‘Ereban hene, tevî dewleta Filitînê hejmar wê bigihîje 23yan.
Îro di polîtîkaya navneteweyî de tenê dema behsa “terorê” bêkirin navê Kurdan dbihure. Dema behsa “Azadî”, “Maf” û “Huqûq” bêkirin navê Kurdan nabihure. Di saziyên wek Netewên Yekbûyî, Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa, Konferansa Îslamî, Avadankirina welatên Îslamî, Ewlekarî û Hevkariya Ewropa de Kurd bi têgihên “terorê” tên bibîranîn.
Wek ez dizanim têgiha “terorîst” bes ji bo Kurdan tê bikaranîn. Rêxistinên wek Elqaîde, Talîban, Hîzbullah û Hamas bi têgiha “berxwedêr” tên bibîranîn.
Di pêşvebirina polîtîkaya “dabeşbike-birêvebibe-tunebike” ya li hember Kurdan de rola dewletên emperyal yên ku deqa xwe li vê serdemê xistine weka Brîtanya û Fransa gelek mezin e. Ev herdu dewlwtên emperyal li hember Kurdan bi rêveberiyên Turk, ‘Ereb û Farisan re hevkariya vê pêvajoyê kirine. Ev rewş li ser Kurdan bandoreke wisa kiriye ku Kurd bûne weka mirovekî ku Îskelet(qerqûde)ê wî bê perçekirin û mejiyê wî bê belavkirin. Di dawiya Şerê Cîhanî yê yekemîn de, Kurd li hember hêrîşên herdu dewletên emperyal, hêzdar yên Cîhanî û hêrîşa Komara Turkiyê ku li ser tecrubeya Împaratoriya Kevnareya Rojhilata Navîn Osmanî avabuye û hêrîşa dewleta Şahînşaha Îranî rûbirû mane.
Gelo, bo çi di salên 1920an de Britanya û Fransa li hember Kurdan ewqas xedar bûne? Di rojên 11-12ê Adara 2006an de li Stenbolê li Universîta Bilgiyê bi mijara “li Turkiyê Pirsgirêka Kurd” sempozyumek hat lidarxistin. Di vê sempozyumê de min jî gotareke bi navê “Pirsgirêka Bingehîn Çi ye?” pêşkêşkir. Tiştên li jor min anî zimên. Piştê axaftina min rojnamevan-nivîskar Ali Bayramoglu pirsek ji min pirsî. Got:” Ewropa, Dewletên Ewropa û yên Cîhanî yên Gewre gelo çim ali hember Kurdan ev polîtîka bikaranîne?” Min jî xwest bi behsakirina Selaheddînê Eyûbî ku di sedsalên 12-13an de li hember seferên Xaçperestan serokatiya şer kiriye bibersivînim. Weka ku di vî şerî de Selahedîn zêde zor daye xaçperestan, lewma Ewropiyan xwe ji Kurdan dûrxistine.
Bêgûman ev bersiv zêde tetmînkar nebû. Ger mirov li ser vê pirsê biberdewamî bifikire, dê mirov di demeke kin de têbigihîje ku di jenosida 1915an ya Ermenan de tetikariya Kurdan heye. Lê yên ku jenosîdê plankirine û fikirîne û bicîanîne Îttîhad û Terakiyî ne. Ev vekiri ye. Lê tetikkariya Kurdan ya bi bandor û berfireh jî ji balê nedûre. Dibe ku ev rewş li ser raya giştî ya navneteweyî bandorek neyînî li dijî Kurdan çêkiribe. Dema rewşa 1915an li berçavan be, bersivandina bi Selahedînê Eyûbî kêmaniyek tîne holê.
Bedirxan Mîrê Cizîra Botan
Di serê sala 2011an de ,lêkolîneke gelek girîng hat weşandin ku di naveroka wê de diyarde û nirxandinên dibin bersiva pirsa jorîn hene. Navê pirtûkê:”Bedirxan Mîrê Cizîra Botan, Berxwedan û Salên Raperînê” ye. Ev Pirtûka Ahmed Kardam ji hêla weşanên Dîpnotê ve hate weşandin.
Ahmed Kardam di vê pirtûka xwe de, hêrîşa Mîr Bedirxan ya di salên 1843 û 1846an de bi ser Nasûrî û Keldaniyan vedibêje. Di hêrîşa yekemîn de li seriya 10 hezar(r.169-216) di ya duyemîn de jî 20 hezar Nasûrî û Keldanî hatine kuştin tê gotin. Nivîsvan ji van operasyonan re jenosîd dibêje.(r. 170)
Wek tê zanîn peyvên Nasûrî, Keldanî, Asûrî, Suryanî, Yakûbî ji koka Asûrî tên. Li derdora Hekarî-Çalê, Mardîn-Mîdyad û Mûsil dijîn, civatek xiristiyan in. Dêrên wan cudane, Asûrî-Suryanî Ortodoks in, yên bûne Katolîk jî hene ji wan re Keldanî tê gotin.
Hêrîşên Mîr Bedirxan li ser civaka xiristiyan gelek bi neyînî bandor kiriye. Zavûzîrç, mêr û jin, kal û pîr bi hezaran xiristiyan li ber devê şûr çûne. Mal û gundên wan hatine wêran kirin, mulkên wan hatine talan kirin, jin û zarokên xiristiyana dîl hatine girtin, di bazarên dîlan de hatine firotin, bi vî awayî derbeyên mezin hatinexwarin. Ev rewş li ser rayagiştî ya Brîtanya û Fransa bandor kiriye.
Brîtanî bi Nasûriyan re, Fransî jî bi Keldaniyan re ‘eleqe dibûn. Ji bo ku hêrîşên Mîr Bedirxan bên rawestin bi Împaratoriya Osmanî re têkilî çêdikirin. Lê Osmanî ji Sûryanî û Keldaniyan jî ne razî bû weka ku çawa ji Kurdan jî nerazî bû. Di binî re çav ji Mîr Bedixan re dişikan, dixwast ku wan bi hev bide kuştinê. Mîr Bedirxan jî bi vê helwesta Osmanî dizanî û dixwast ciyê nigê xwe çêke. Lê çewsandinên Brîtanya û Fransa digihîjin wê astê ku Osmanî hêrîşê Mîr Bedirxan dikin, Ahmed Kardam di pirtûka xwe de bi berfirehî li ser van bûyeran disekine.(…)
Ev rewş di rayagiştî ya Ewropa da li hember Kurdan dijîtiyeke qewî çêkir. Jenosîda 1915an ya Ermenan û Qetlîama 1843-1846an ya Nasûrî û Keldaniyan bi hev re dema bê ber çav rewşa Kurdan bêtir zelal dibe. Tevî vê rewşê rola Alayên Hemîdiyan di salên 1891ê de li hember Ermeniyan, 1894an li Sasonê dîsa li hember Ermenan, sala 1909an li Çukuoavayê û hwd. Dema em van bûyeran bi hev re bînin ber çav emê biryarên Cemiyeta Miletan karibin şîrove bikin.
Ev hêrîşên Mîr Bedirxan yên li hember Nasûrî û Keldaniyan dawî li berxwedana wî ya ji bo desthilatdariya wî jî tîne. Mîr Bedirxan bi hêviya Kurdîstaneke Serbixwe raperîn dikir. Di vê rê de dixwest din ava Mîrên Kurdan de yekîtî çêke, bi Osmaniyan re jî dixwast dîplomasî bikarbîne. Şerê wî û Nasûrî-Keldaniyan bi vê polîtîka nedikir. Balkêşe ku haya wî ji têkiliyên navbera Brîtanya-Fransa û Sûryanî-Keldaniyan tunebe.
Ev pirtûka Ahmed KARDAM ji bo lêkolînên li ser dîroka Kurd a sedsala 19an gelek girîng e. Bi raçavkirina vê berhemê careke dî hûrbûna li ser pirsa Kurd dê bi fayde be.
İsmail BEŞİKÇİ
Wergera ji Turkiya k udi Zazakînet de weşiyabû ji hêla Amed KANÎ ve hat kirin.
(Rizgarionline)