KurdWatchê bûyerên Sûriye nirxand

Malpera KurdWatch projeyeke Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî ye û navenda wê li Almanyayê li Berlinê ye. Birêveberê KurdWatchê Siamend Haco ku hevkarê zanistî li wê navendê ye.

Birêveberê KurdWatchê helwesta rêxistin û komîteyên mafê mirovan derbarê sûriyê de ronî kir û got, “Human Rights Watch di destpêka nîsanê de bangek gihandibû endamên koma Asya ya Neteweyên Yekbûyî, ku tê de wê ji wan xwestibû ku nehêlin ku Sûrî kursiyekê di Encûmena Mafên Mirovan de bi dest bixe.”

Siamend Haco ji AKnewsê re rewş û barûdoxa mafê mirovan li Sûriyê û li herêmên kurdan û helwesta tevgera kurd ronî kir.

Çima berteka rêxistinên mafên mirovan derbarê bûyerên Sûriyê de qels û jar e?

Ez ne di wê baweriyê de me ku rêxistinên mafên mirovan ên mezin mîna Human Rights Watch û Amnesty International kêm kar kirine. Amnesty û Human Rights Watch berdewam behsa bûyeran dikin. Human Rights Watch di destpêka nîsanê de bangek gihandibû endamên koma Asya ya Neteweyên Yekbûyî, ku tê de wê ji wan xwestibû ku nehêlin ku Sûrî kursiyekê di Encûmena Mafên Mirovan de bi dest bixe. Ez her weha nabînim ku çalakiyên rêxistinên mafên mirovan bêwate ne. Mînak: ku vê demê penaberên sûrî ji Almanyayê nayên vegerandin welatê wan, bi xebata loboyê ya Amnesty, Pro Asyl û rêxistinên din ve girêdayî ye.

Nêzîkiya DYA û Ewropa tu çawa dinirxînî?

Ku Ewropa û Amerîka di destpêka şoreşa Sûrî de mîna Lîbyayê û Tûnis ceza nekir, bi berjewendiyên welatên rojava ve girêdayî ye. Ewropa û Amerîka demeke dirêj destê xwe ji Beşar el-Esed neşuşt, çimkî wan ew wek wî kesî didît, ku “tekûzkirina li herêmê” misoger dike. Dem pêwîst bû ta ku ew xatir ji vê dîtina şaş bixwazin.

Hûn destpêşxeriya partiyên kurdî bo çareseriya rewşa aloz li Sûriyê çawa dinirxînin?

Partiyên kurdî ta niha bi şêweyekî aşkere bangî xwepêşandanan nekiriye. Di heman demê de li herêmên kurdî berdewam xwepêşandan pêk tên. Gelê kurd ji çalakiyên protestoyê ne dûr e. Lê tekez wê bêtir xelk dakevin kolanan, ger partiyên kurdî di vî warî de bixebite.

Partiyên kurdî helwesta xwe bi wê yekê şîrove dikin, ku ger ew bi şêweyekî aşkere bangî xwepêşandanan bikin û hejmara xwepêşanderên kurd zêde bibe, hingê bersiva rejîmê dê dijwartir be ji ya li herêmên erebî û li herêmên kurdî wê komkujî pêk werin. Ji aliyekî ve mirov dikare vê helwestê fêm bike piştî ezmûna 2004ê. Mirov dikare fêm bike ku partiyên kurdî dixwazin gelê kurd biparêze.

Anku helwesta wan erênî ye?

Di heman demê de pirsek derdikeve holê: Gelo bi rastî partî xema gelê dixwin, yan ew li ser xwe ditirsin? Di xwepêşandanên li herêmên kurdî jî de xelk doza rûxandina Beşar el-Esed dikin. Li ser vê meselê ta niha partiyan tiştek negotiye. Ev xerab e, bi taybetî di rewşekê de ku rojane mirov tên kuştin, girtin û îşkencekirin. Balkêş e ku di xwepêşandanên li herêmên kurdî de ta niha mirovek jî nehatiye kuştin. Rast e Kurd tên girtin, lê tenê ji bo çend saetan û rojan. Gelek kes dibêjin ku girtiyên kurd li herêmên kurdî pir kêmtir ji yên ereb tên îşkencekirin. Çalakeke kurd, ku şevekê di zindanê de bû, got ku tevaya şevê dengê qîrînan dihat wî. Tenê ew û girtiyên kurd nedihatin îşkencekirin. Wî got ku wî ji xwe fedî dikir. Rastî ye ku rejîma sûrî bi hemî awayan dixwaze rê li ber wê yekê bigire ku xwepêşandanên kurdî berfirehtir bibin, bi taybetî ji bo negihin Heleb û Şamê, ku gelek Kurd li wir dijîn. Ta niha rewş li wir aram e. Lê eger Kurd dakevin kolanan, rewş dikare biguhere.

Di sala 2004ê de, piştî bûyerên Qamişlo, li wan deveran xwepêşandanên mezin pêk hatin. Hin kes di wê baweriyê de ne ku helwesta partiyên kurdî di gurkirina xwepêşandanan de û daxwazên wan ji aliyekî ve û helwesta rejîmê beramberî Kurdan li herêmên kurdî ji aliyekî din ve encama lihevhatinekê ye di navbera herdu aliyan de. Lê ji bo vê yekê belge tunene.

Gelo liv û tevgera kurdan bi vî şêweyî têrê dike, egerna çi ji wan tête xwestin?

Ez bawer im ku partiyên kurdî dikarin di şoreşê de roleke girîng bilîzin. Eger ew bêtir xelkê daxînin kolanan, li Şamê û Helebê jî, hingê ev yek dikare guhartineke berbiçav pêk bîne. Li bajarên mezin xwepêşandanên mezin dikarin pêk bên, hingê rejîm dikeve rewşeke metirsîdar. Pirs ev e: Gerek partiyên kurdî di vî warî de çalak bin bi encama ku Kurd (jî) bibin armanca zordariya ji aliyê dewletê ve? Berevajî li herêmên kurdî di zindanên li Şamê de ji niha ve rewş wilo ye ku rehm li Kurdan nayê kirin. Şam pir girîng e. Biryar ne hêsan e û ez bawer dikim ku dijbereya erebî jî vê yekê dizane. Ez bawer nakim ku kesek li bendê ye yan dixwaze ku Kurd vê muxaterê bikin. Ji partiyan hêviya piştgiriyê tê kirin. Lê ev tê wê wateyê jî ku nabe lihevhatin bi rejîmê re bên kirin.

Kurd bi vî awayî piştgiriya xwe nîşan didin, ku di xwepêşandanên li Qamişlo û herêmên kurdî de alên sûrî tên hildan û ne yên kurdî. Ew aşkere dikin ku armanca xwepêşandanan guhertina dewletê ji bo tevaya welatiyên sûrî ye. Ev “yekîtiya niştimanî” ji bo komên dijbereyê (opazisyonê) mîna “Daxuyaniya Şamê“, ku Kurd jî tê de beşdar in, xwedî wateyeke mezin e. Ji Kurdan doza xwedîderketina li yekîtiya niştimanî tê kirin. Kurd vê hêviyê bi cî tînin, tevî ku ev yek ji bo hinekan ne hêsan e. Hin kes hîn jî ne razî ne ku di sala 2004ê de dema tank ketin Qamişlo, ti piştgiriya berbiçav ji aliyên welatiyên sûrî yên ereb ve nehat kirin.

Çima kurdên li Ewropa yên ji parçeyên din jî destekê nadin kurdên binxetê bi çalakî û meşên nerazîbûnê?

Yekemîn, ji ber Kurdan ta niha bi rola sereke di şoreşa sûrî de ranebûne. Ev şoreşeke sûrî ye, ne ya kurdî ye. Duymîn, ji ber ku çarenivîsa Kurdên li Sûriyê ji bo Kurdên ji Iraq û Tirkiyê ne zêde giring e.

PORTRE / SIAMEND HACO

Siamend Haco, sala 1967ê li Sûriyê, Tirbesipiya bi ser Hisiçayê ve ji dayik bûye. Xwendina Polîtîk (Diplom-Politolgie) li Zanîngeha Azad a Berlînê kuta kiriye. Salên 1999ê heta 2001ê li Zanîngeha Azad a Berlînê û li Zanîngeha Köln hevkarê zanistî bû û li Kolnê dersdar bû. Ji sala 2002 de heta îro hevkarê zanistî li Navend Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî li Berlinê ye. Ji sala 2009 de birêveberê malpera KurdWatchê ye.

Hevpeyvîn: Hozan Robar

Aknews

Nerîna min :