Kultur

Nûbihara 114an derket

Ev jimara Nûbiharê dîsa bi nivîsên vekolîn, ziman, dîrokî, çîrok, ceribandinên cuda cuda û bi du nivîsên bi zaravayê Dimilkî li pêş xwendevanên xwe ye.
Berpirsiyarê kovarê Süleyman Çevik bi nivîsa xwe ya bi navê “Ev rejîm kirasê xwe li herkesî dike” newekheviya ku li ser kurdan hatiye/yê didome û sazûman çawa muxalîfên xwe dişibîne xwe bi kurtahî nirxandiye.

Abdullah İncekan “Di kurdî de fîîlên transîtîv û ergativê” analîza kurdî dike.
Selman Dilovan “Delîlên ku nabin delîl” nivîsa Zilkîf Xweşhêvî ya bi navê “Du lêkerên ciyawaz û bikaranîna wan a çewt” hatiye weşandin rexne û pêşniyarên xwe dike.
Azîz Samûr “Bi giştî weşangêriya kurdî ya li Stenbolê” weşanên ku di navbera 1908an û 2011an de hatine weşandin, piraniya weşangeriyê li ser kîjan mijaran dom kiriye û serdemên wan hatiye tesnîfkirin.

Berken Bereh bi nivîsa “Hêviya di eyneya huznê de Sabah Kara” li ser Sabah Kara û berhemên wî nêrînên xwe parve dike.
Abdulkadir Gok bi nivîsa “Berhevdana kultura devkî û sosyolojiya dengbêjiyê” bandora dengbêjiyê li ser kurdan û edebiyata devkî ya kurdî çawa kiriye dinirxîne û tesnîf kiriye.

Şaban Şenateş-Meymandar “Vajeya Siftekêni” Peyva Yekem a ji Rîsaleyê Nûr wergerandiye zaravayê Dimilkî.
Wisif Zozanî bi zaravayê Dimilkî bi nivîsa “Şerefnamê de Mîreyê Suweydiyan”, M. Munir Timurtaş jî bi nivîsa “Eşîrên Herêma Botan III (Şilêd:Batuwa) rêzenîvîsa xwe ya dîrokî didomîne.

Abdulkadir Kurşun bi navê “Jiyana Bedîuzzeman”, M.Zahir Ertekin “Qedrîcan û helbestên wî yên Hawarê” û Veli Vural jî li ser jiyan, ilm û berhemên “Mela Hakîmê Qoraxî” dîtinên xwe tînin zimên.

Murad Celalî bi nivîsa bi navê“ Bûyerên dawîn û rewşa me”, Mela Muhammedê Bêrkevanî jî bi nivîsa “Paşeroja rojhilata navîn ber bi ku ve diçe?” rojevê şîrove dikin.
Rahmetullah Karakaya romana bi navê “Biro”, Ali Karadeniz jî bi nivîsa  “Berve nenasiya rêvitiya mamostekî” romanekê din dinasînin.
Kesên ku bi çîrok û ceribandinên di vê jimarê de rêz dibin wiha ne: Seyda Ronahî, Kenanê Nado, Ramazan ART, Nevzat Eminoğlu, Hatîce Mollakendî, Şemoyê Memê û Xelîl Îbrahîm Banûkî…

Gelek kesan bi werger û helbestên xwe ev jimara Nûbiharê xemilandine. Ev kes jî ev in: Mewlana Celaleddînê Rûmî, Hayrullah Acar, Rojen Bernas, Mesud Serfîraz, Mehmet Ali Aluç, Yılmaz Yalçın, Mehmet Bozkoyun, Sidîq Gorîcan, Xezal Meral Dêrikî, Yusuf Xemgîn, Kasim Buğurcu, Azad Rêbiwar, Kamran Simo Hedilî, W.K Merdimîn û Hadi Kuranlıoğlu…
 
Navnîşan: Büyükreşitpaşa Cad. Yümni İş Merkezi.
No: 22/29. Tel: 0212 519 00 09
[email protected] www.nubihar.com

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button