Mixalifên Esad li Antalya civiyan
Beşek ji muxalefeta Sûrî , îro li Antalya civînek berfireh darxistin. Di civînê de li gel ereban hinek kesayet û rewşenbîrên kurd jî amde bûne. Nîzikî 300 kes ji ereba û kurda hatin bahev.
Ji kurdan Selah Bedrettin di civînê de amade bû, herweha axavtinek jî kir, wek din Şêx Murad Mehşûq Elxeznewî jî di civînê de axvtinek kir. Dema civîn destpêkir hinek hevwelatiyên Sûrî yên ku pişgiriya rejima Bişar Esed dikin, xwestin civînê protesto bikin. Lê polis bi tu awayê rê neda wan ku herin ber cihê civînê. Civîn hêja bi awayek aramî berdewam e.
Di derbarê civînê de, serokê rêxistina mafê mirovan li Surî ammar Kurabiyê li Misrê dijî hinek daxuyanî dan medyayê û armanca xwe ya bingehîn wek daxwaziya azadiyê dan kifşkirin. Lê dixweyê piştî civîna 3 rojan , wê deklarasyonek hevbeş li ser navê civînê bête belavkirin.