Civak

Li Diyarbekirê teqin

Li Diyarbekir bombeyek çandî hate teqandin û di encam de 4 polisa jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar bûn.Îro li Diyarbekir nêzikî zaningeha Dicle bombeyek ku berî li bin dîwarê ziyaretekî de hatî çandin , dema otomobila polisa derbas bûyî hate teqandin. Di encama teqînê de otomobila polisa têkçû û 4 ji polisan jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.Piştî bûyerê gelek ambulans çûn cihê bûyerê û polisa gelek rê û rêbar girtin û dest operasyonê kirin. Li gora medyayê ew bombe ji aliyê PKKê ve hatiye teqandin.

Back to top button