Li dinyayê 6 milyar aboneyên telefona destan hene

 

Yekitiya Telekomunikasyona Neteweyên Yekbûyî, daye xuyakirin ku di dawiya sala 2011an de, li dinyayê 6 milyar aboneyên telefona berîkê hene.  Ev jî tê wateya ku ji her 100 kesî telefon di berîka 86 kesan de heye.

Li gor raporê, tenê li Çînê milyarek aboneyên telefona berîkê hene. Li Hindistanê jî jimara aboneyan li dora milyarekî ye.

Herweha dîsa li gor raporê jimara kesên ku Internetê jî bi kar tînin, 2.3 milyar e.

Lê di vî warî de cudatiyeke mezin di navbnera welatên pêşketî û yên paşvemayî de heye.

Li gor malpera jimarttina nifûsa dinyayê ya çirk bi çirk: (13.10.2012, saet: 02.26) 7 milyar, 354 milyon, 235 hezar û 246 kes niha li jiyanê hene. 

Nerîna min :