Cîhan

Devera ku Sezar lê hatiye kuştin hate dîtin

Çewa ku tê zanîn, Jul Sezar lîderê Împeratoriya Romayê yê herî xurt û tîndar bûye. Lê belê senatorekî Romayî 44 sal Berî Zayînê di 15ê Adarê de êrîşê wî kiriye û kêrê ew kuştiye.

Konseya Lêkolînê ya Spanyayê, di rapora xwe ya belavkirî de gotiye ku arkeologên me belgeyên berbiçav ên devera ku Sezar lê hatiye kuştin, eşkere kirine.

Hêjayê gotinê ye ku heta niha jî çu belgeyek li ser kuştina Sezarî û şûna kuştina wî bi dest neketiye.

Arkeologan li Romayê lêkolîna ku li zinaran kirine, goreke kevirîn ku sê metre fireh û du metre jî dirêj dîtine.

Imperator Augustus piştî kuştina Sezarî, nerazîbûna xwe diyar kiriye û kuştina Sezarî li keviran nivîsiye û ew gor jê re daye çêkirin.

 

Ev belgeyê ku hatiye dîtin jî, nîşana devera ku Sezar lê hatiye kuşûtin e.

Antonio Monterroso ji bo malpera Live Scienceyê weha peyivîye: ”Ev qeydên antîk kuştina Sezarî di sala 44 BZ. û ku di 15ê Adarê de bûye bi me nîşan dide.”

Avahiya wê tiyatroya ku Sezarî tê de hatiye kuştin, li ser 100 stûnan hatibû avakirin.

Monterroso gotiye ku 2.056 sal berê ew devera ku Jul Sezar lê hatiye kuştin, niha bûye serdana turîstan.

 

Rojevakurd

Back to top button