Civak

Li dijî şer daweta aşitî û biratiyê

Yekî Kurd, yeka Laz, di vê dema ku tê gotin, “Gelo dibe ku şerê kurd û tirkan çêbe?” de, daweta xwe kirin û bi hev re zewicîn. 

Xwarzêya kevnewezîrê darayî Adnan Kahveci yê ku demekê berê di qezyekê de jiyana xwe ji dest da, Gülsün Celap a ji Trabzonê û Koray Güngör ê ji Ruhayê, şeva din, li Enqereyê, daweta xwe kir û bi hev re zewicîn.   

Li gorî nûçeya CHAyê, mehra wan şaredarê bajarê mezin ê Enqereyê Melih Gökçek birî û şahidîya bûk û zava jî parlamenterên AK Partîyê ên Enqereyê kirin.

Bavê bûkê Abdullah Celap, diyar kir ku keça wî, zava li kargeha ku bi hev re lê dixebitin, nas kiriye. Celap, da zanîn ku ew ji ber vê zewacê gelekî kêfxweş e û wiha got, “Li Tirkiyeyê hinek dixwazin şerê ‘kurd û tirkan’ derxin, me jî, bı vê yekê biratiya ‘kurd û tirkan’ nîşanî wan da. Ev jî gelekî xweş e. Êdî li şûna ku em qirika hev biguvêşin bila em hev hembêz bikin, ji hev re dua bikin.” 

Bavê zavê Karaca Güngör jî derbarê vê dawetê de axivî û got, “Gelek baş çêbû. Me ji Anatolya heta Deryaspî, ji Deryareş heta Rojhilatê destê hev girt.”

Bûk Gülsün Celap jî, bal kişand ku ew gelekî dilzîz bûye û bi zewaca xwe gelekî dilşad bûye. Celap, da zanîn ku tu cudahîya kurd û tirkan nîne û wiha domand, “Em di bin heman alê de bi dilekî xweş jiyana xwe didomînin.”

Zava Koray Güngör, destnîşan kir ku ew bi karê dekorasyon û înşaatê ve mijûl e û bi bîr xist ku piranî kurd bi xizm û derdora xwe re dizewicin. Güngör, wiha axivî:

” Gülsün, berî min binase kurd cuda dizanîn. Belkî malbata wê jî wisa bû. Lê piştî me hev nas kir, me dît ku wisa nîne. Xwezî ev hevgirtin bi awayekî din çêbe. Me bi zewaca xwe ev yek pêk anî lê xwezî bi awayên din jî ev yek pêk were.”

Parlamenterê AK Partîyê yê Enqereyê Faruk Koca jî, bal kişand ku ji bo levgermbûna civakê divê dawetên wisa bêne teşwîqkirin û wiha domand, “Îro nimûneyeke baş çêbû. Ev nîşana herî girîng a biratiya me ye. Tiştekî gelek baş kirin, ez wan pîroz dikim.” 

Şaredarê bajarê mezin ê Enqereyê Melih Gökçek jî wiha got, “Ez bi xwe daweta xwîşkeke xwe ya Trabzonî û birayekî xwe yê kurd gelekî bi dilxweşî pêşwazî dikim. Xwedê, wan, kêfxweş û bextewar bike.”

AKnews

Back to top button