Polîtîk

Hevpeymaniya Kurdistan û Amerîkayê bûye hokarê gelek guhertinan

Bi amadebûna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Kristofer Hill sefîrê Amerîkayê yê li Îraqê, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Tahir hewramî wezîrê saxlemiyê, Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkeliyên derve, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê û Andro Sino serokê tîma avadankirina herêmî li sefaretaxaneya Amerêkayê, îro 28.06.2010ê nexweşxaneya acil a rojavayê Hewlêrê hat vekirin.

Newzad Hadî waliyê Hewlêrê bi vê miasebetê gotarek pêşkeş kir û wî di gotara xwe de got ku ji bo xelkê herêma Kurdistanê cîyê dilxweşiyê ye ku îro li Hewlêra paytext pirojekî din yê avadaniyê li herêmeke aram de ji bo tevaya îraqiyan tê vekirin.

Hadî got: Cîyê dilxweşî û serferazîya me ye ku piştî pirosesa azadkirina Îraqê di gel hikûmeta Amerîkayê û li ser budceya hikûmeta amerîkî çend pirojeyên cihê ji bo avadankirin û çakirina jêrxaniya herêma Kurdistanê me beşdarî kiriye. Hemû pirojeyên hikûmeta Amerîkayê li herêma Kurdistanê 102 pirojen e ku bi buhayê zêdetir ji nîv milyar dolar jê re hatine serif kirin. Hindek ji wan pirojeya bi hevbeş digel hikûmeta herêma Kurdistanê hatine fînanskirin û cîbicîkirin weke; pirojeyê ava Çoman, ava Sirêşme, senterê bê serperiştan û ev nexweşxane jî bi hevbeşî hatiye avakirin.

Waliyê Hewlêrê di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev nexweşxaneya li rojavayê Hewlêrê li nav taxên milî di navebra rêya Kerkûk-Mûsil hatiye çêkirin. Hebûna nexweşxaneyekê li vê deverê gelek giring bû. Ev nexweşxaneye li ser rûberê 44 hezar metreyên çargoşe hatiye avakirin. 12 milyon û 777 hezar dolar ji aliyê hikûmeta amerîkî ve û 9 milyon dolar jî ji aliyê wîlayeta Hewlêrê ve budce ji bo nexweşxaneyê hatîne berdest kirin.

Hadî got: Hizra avakirina pirojeyê vê nexweşxaneyê me di gel grupa mihendisên arteşa Amerîkayê CORP behis kir, wê demê me piştevaniya rêzdar Nêçîrvan Barzanî ji bo bicihkirina vê hizirê wergirt.

Waliyê Hewlêrê di axaftina xwe de sipasiya Elî Sindî ku ew wê demê rawêjkarê saxlemiyê yê serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî bû kir û got ku Sidî digel endeziyarên Hewlêrê, tendirustiyê û arteşa Amerîkayê roleke bilind di nexşekêşana nexweşxaneyê de lîst.

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma kurdistanê bi minasebeta vekirina nexweşxaneya acil li rojavayê Hewlêrê di peyvekê de li hember beşdarîkirin di vekirina pirojeyî de kêfxweşiya xwe nîşan da û hêvî kir ku ew pirojeye ji bo xelkê Hewlêrê xêr û xizmet be. Bi awayekî ku ew pirojeye ji aliyê xelkê Kurdistanê û ji aliyê dostên gelê Kurdistanê pêkanîna bernameyê hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo xizmeta hevwelatiyan û pêxistina xizmetêm warê tendirustiyê û avadankirina welêt be.

Salih got: Vî pirojeyî aliyekî din yê giring heye di warê hevkariya navbera xelkê Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyekî û hikûmeta Amerîkayê ji aliyekî din ve. Ew hevpeymaniya di navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bûye sedemê komeke guhertinan li deverê ku, bi dîtina min, ji bo îstîqrar, azadî û avadankirna Kurdistanê hokarê xêrê ye. Em li vir careke din ji bo xelkê Amerîka û hikûmeta Amerîkayê ku di rojên dijwar de di hewara me hatin, sipasiyên xwe dupat dikin. Hikûmeta Amerîka û hevpeymanên wê di rû bi rûbûna zilim û zordariyê de hevkarîya xelkê Îraq û Kurdistanê kir. Lê belê hevkariya Amerîka û hevpeymanên wê ji bo me bûye cîyê avakirina piroje û xizmetgozariyên bi vî awayî. Ez hêvîdar im ku ev ji bo deverên din yên Îraqê û sertaserî Rojhilata Navîn ku xelkê misilmanên vê deverê dikarin bi hevkarî û hevahengî digel rojava ji bona parastina berjewendiyên hevbeş û buhayên mirovî hevkar û lihev bin, bibe mînakek baş.

Ji aliyê xwe ve Kristofer Hill sefîrê Amerîkayê yê li Bexdayê di peyvekê de sipasiya Berhem Salih serokê hikûmetê û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê û hemû wan kesên beşdarî di serxistina pirojeyê avakirina nexweşxaneya acil li rojavayê Hewlêrê de kirî, kir. Hwersa Hill di axaftina xwe de rola karmendên amerîkî di serxistina pirojeyê navborî de bilind nirxand. Hill got ku serxistina vî pirojeyê ji encamê hevkarî û hevahengiya navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê û têkeliyan nevbera her du aliyan de ye.

Sefîrê Amerîkayê got: Gelê herêma Kurdistanê û gelê Amerîlayê ji aliyê netewî de du gelên cihê ne, lê di warê karkirin û hevkariya hev du kirinê de wek yek netewe miamelê bi hev re dikin. Hebûna vê nexweşxaneyê ji bo xelkê Kurdistanê pêdviyeke gelek giringe.

Paşî Tahir hewramî wezîrê tendirustiyê di peyvekeê de li hember vekirina vê nexweşxaneyê kêfxweşiya xwe nîşan de û got ku ev nexweşxaneye dê valahiyeke mezin pir ke.
Hewramî sipasiya gelê amerîkî kir ku nuha wan li herêma Kurdistanê dest bi kar û xizmetên medenî kiriye û got: Di hemandemê de rizgarkirina Îraê ji bîra me naçe. Em hurmetê ji leşkerêm amerîkî yên ku ji bo rizgarkirina Kurdistan û Îraqê ji destê mezintirîn diktatorê însaniyetê xwe kirine qurban digirin.

Nexweşxaneya acil a rojavayê Hewlêrê ji 165 text û 9 odeyên emeliyata pêk tê

Back to top button