Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî civiyan

Îro li Selahedînê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Adil Ebdulmehdî cîgirê serokkomarê Îraqa federal û şandeya pê ra kir.
Di hevdîtineke de rewşa dawî ya Îraqê û buyerên siyasî yên vê dawî li Îraqê de hatin nîqaşkirin.

Di beşeke din ya hevdîtina Barzanî û Ebdulmehdî de meseleya  pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û ew hewildanên ji bo pêkanîna hikûmeta nû tên kirin hatin behis kirin.

Her du alîyan tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste lez li damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê bê kirin û pêwîste hikûmeta nû hikûmetek be ku, tevahiya aliyên siyasîyên Îraqê temsîl  bike.

Back to top button