Polîtîk

Hill: DYA hevalê xelkê Kurdistanê ye

Hewlêr – Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê li Iraqê Christofer Hill tekez kir ku ew hevalên xelkê Herêma Kurdistanê ne û pêwendiyên dem dirêj dê berdewam bibin.

Christofer Hill îro piştî vekirina nexweşxaneya Emergeney ya bajarê Hewlêrê di civînek çapemeiyê de ku peyamnêrê AKnewsê jî têde amade bû wiha got, “Piştî vekêşana hêzên DYA’ê li Iraqê pêwendiyên me bi vî welatî û bi taybet Herêma Kurdistanê dê berdewam bibin”.

Hill wiha pê de çû, “Hêzên çekdar bi awayekî hûr li pey pirsgirêka topbarankirina sinorên Herêma Kurdistanê diçin, me pêwendiyeke xurt di gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye”.

Derbarê topbarankirina sinoran Hill wiha diyar kir, “Em pabendin bi wê ku di parastina sinorên Herêma Kurdistanê û Iraqê de alîkar bin, me berdewam bi Hikûmeta Herêmê re pêwendî hene, Hikûmeta Amerîkayê dilgiraniya xwe nîşan daye û helwesta xwe diyar kiriye”.

Derbarê pêkanîna hikûmeta Iraqê Hill wiha got, “Pêvajiya pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê hêdî dimeşe, bi awayekî berdewam gotûbêj didomin, siyasetvanan pêwîstî bi vê hene ku pêkve bicivin û di hizra welat û xelkê de bin, ez nabêjim pêvajoyek hêsane, lê dikare bi riya gotûbêjan çareser bibe”.

Derbarê pirsa vekêşana hêzên DYA’ê li Iraqê Christofer Hill diyar kir, “Tu biryarek bo danîna bingeheke serbazî piştî vekêşana hêzên Amerîka li Iraqê di rojevê de nîne, lê pêwendiyên me dem dirêj dibin, bo neviyên dahatî pêwendiyên me bi Herêma Kurdistanê re berdewam dibin, xelkê Herêma Kurdistanê wiha bîr dikin ku bi tenê ne û hevalê wan tune ye, lê em wan piştrast dikin ku em hevalê wan in û berdewam dibin di pêwendiyên dem dirêj bi wan re”.

 

 AKnews

Back to top button