100 dezgehên sivîl daxwaziya sekinadina şer kirin
Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê, Baroya Diyarbekirê, Insiyatîfa Dayikên Aştiyê, Koma Diyalogê ya Dicle Firatê, Komela Karsaz û Pîşesazên Diyarbekirê, Komela Karsazên Ciwan ên Diyarbekirê , Nûnerê Herêmê yê Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger, Diyanet-Sen, Cemiyeta Rojnamevanên Diyarbekirê, Göç-Der, Cemîyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat, Komala Nivîskarên Kurd, Mazlumder, Komela Mafên Mirovan û dezgehên din jî yên sivîl konferansek rojnemevanî li darxistin.
Li ser navê hemî dezgehên sivîl li Diyarbekirê serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî Galib Ensarîoglu daxûyaniya hevbeş xwend û daxwaziya sekinadina şer kir. Ensarîoglu ji hêzên çekdarên Tirkiye xwest ku ji dev operasyona berdin û ji PKK jî xwest ku ji dev çelakiyên xwe yên çekdarî berdin.
Ensarîoglu di daxûyaniyê de ragihand ku: “ Vêca herkesekî xwdî wijdan û rêya akil difikirê bi dengek bilind dibêje ku ev pirsgirêk bi siyaseta tund, opererasyona û zextê nayê çareserkirin. Ev pirs bi inkarê naye çareser kirin. Vê sala dawî ji bo çareseriyê firsendên dîrokî bi dest ketine. Ji bo gavên pêwist nehatin avêtin ev proses hate heba kirin.“