Polîtîk

Li Diyarbekir bîranîna Şêx Seîd

Li Diyarbekirê Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi hinek çelakiyan hatin bîranîn. Serokê Koma Diyalogê ya Dîcle û Firat Muhittin Batmanlî, di bîranîna salvegera darvekirina serokên serhildana kurdan de axivtinek kir. Batmanlî di axavtina xwe de got ku, heta niha gelek caran dewletê di mijara çareserkirina pirsa Kurd de tundî bikar aniye lê divê vêca dewlet rêya tundiye ne rêya çareseriyê ye.

Koma Diyalogê ya Dîcle û Firat bi minasebeta salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 şervanên azadiyê,li ber Mizgefta Mezin a Diyarbekir ku Şêx Saîd û hevalên xwe li wê derê hatibûn darvekirin, kom bûn bi daxûyaniyekî hestên xwe gihandin raya giştî.

Back to top button