PolîtîkRojev

Li dijê çekdarên DAÎŞê operasyonek hevbeş destpêkir

Serê sibeha îro li sînorê qezaya Mexmûrê, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî çekdarên DAIŞê operasyoneke hevbeş destpê kirin.

Berpirsê Mîhwera Şeş a Hêza Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, “Bi armanca paqijkirin û nehêlana çekdarên DAIŞê li başûrê çiyayê Qereçûxê, îro ji demjimêr 04:00 ve li sînorê navçeya Mexmûrê, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyonek dan destpêkirin.”

Sîrwan Barzanî diyar kir, “pêşmergeyên mîhwera şeş, Zêrevanî, Dijeterora Iraqê û artêşa Iraqê di operasyonê de beşdar in.”

Bi gotina Sîrwan Barzanî, operasyon “bi dirêjiya 15 kîlometreyan li başûrê Çiyayê Qereçûxê” hat lidarxistin û hemû ew şikeft û sitargeh hatin jinavbirin ku çekdarên DAIŞê ji bo kiryarên xwe yên terorîstî bikar dianîn.

Roja 14ê Tîrmeha 2022an, Serfermandarê Wezareta Pêşmerge, Ferîq Rukin Îsa Uzêr têkildarî valahiya emnî ya di navbera navçeyên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji Rûdawê re gotibû, “planek heye ji bo tejîkirina vê valahiya emnî, heta wê dema ku lîwaya 20an tê avakirin. Planek din hatiye amadekirin ku renge niha baş nebe ez li ser biaxivim. Em mijûlî amadekariyan in, bi piştevaniya xwedê di demeke nêz de em dê bi hevahengiya bi Wezareta Berevaniyê û artêşa Iraqê re vê valahiya emnî tejî bikin.”

Çiyayê Qereçûx û derdora wê ji ber di navbera Bexda û Hewlêrê de ne, di valahiyeke ewlekarî de ne. DAIŞ li wê deverê çalak e û ji wê derê ve gelek êrîş li dijî hêzên Iraqê û herwiha hêzên Pêşmerge pêk anîne.

Back to top button