Rûsya û Îranê piştegirî nedan operasyona Tirkiye

Lûtkeya sê kolî ya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê li Tehranê bi dawî bû ku kirîza Sûriyê û mijara serekî ya di lûtkeyê bû û Rûsya û Îranê ji bo êrîşa ser Suriye û Rojavayê Kurdistanê çira kesk ji Tirkiyê re vênexistin.

Serkomarê Îranê bo nîşandana yekgiritinê, destê hevtayê xwe yê Rûs û Tirk li pêş kamerayan bilind kir, lê li ser maseya gotûbêjê, helwêstên wan cuda bûn.

Serkomarê Tirkiyê li Tehranê di civînên xwe de behsa operasyoneke nû ya leşkerî ya welatê xwe li bakurê Sûriyê û li dijî hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kir, lê Îran û Rûsya li dijî wê yekê derketin.

Rêberê Komara Îslamiya Îranê Elî Xamineyî bi zelalî ji Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û herwiha Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn re got, ku Îran bi tundî li dijî her cure operasyoneke nû ya Tirkiyê li nav axa Sûriyê ye.

Xaminêyî herwiha tekezî li ser wê yekê jî kir, ku divê pêşiya her êrîş û operasyoneke leşkerî ya nû ya li nav axa Sûriyê bê girtin.

Serkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî di civîna sê alî de tekezî li ser heman helwêsta Xaminêyî kir

Îbrahîm Reîsî got, “Çareseriya li Sûriyê ne mudaxeleya leşkerî lê dîplomasî ye. Destwerdana leşkerî pirsgirêkê mezintir dike.”

Îbrahîm Reîsî herwiha destnîşan kir, ku divê pirsgirêka Sûriyê were çareserkirin û got, her sê welatên Îran, Rûsya û Tirkiye dikarin bi hev re wê pirsgirêkê çareser bikin.

Serkomarê Îranê tekezî li ser piştgiriya Îranê bo hikûmeta Sûriyê kir û got, “Tenê rêya aramî û ewlehiyê li sînorên ligel Sûriyê û welatên cîran, amadebûna bihêz a artêşa wî welatî ye li sînoran û hebûna hevkariya wê hêzê ye ligel welatên derdorê. Tecrûbeyên cuda derxistine ku binpêkirina serweriya Sûriyê bi ti awayî alîkar nebûye di dabînkirina ewlehî û rûbirûbûna terorê de. Ji ber wê rêzgirtin bo serweriya niştîmanî û serxwebûna Sûriyê bingehek e ku nayê guhertin.”

Ew daxuyanî û helwêsta rayedarên Îranê, ne ew tişt bû ku Erdogan ji bo lidarxistina operasyona nû ya artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê çaverê dikir.

Serkomarê Tirkiyê di vê lûtkeyê de rijdbûna Tirkiyê bo lidarxistina operasyoneke nû di nav axa Sûriyê de aşkere kir û ragihand, “Em bi biryar in ku navendên şer ên ku ewlekariya me ya neteweyî xera dikin ji Sûriyê derxin.” 

Erdogan got, “Vekişîna çekdarên PKK, YPG û PYDê bi mesfeya 30 kîlometreyan ji sînorên me, merca danûstandinên li pêşiya me bûn, lê ev yek hêj jî nehatiye bicihanîn. Til Rifet û Minbic bûne landika terorê. Ev demeke dema wê hatiye ew navçe ji terorê bên paqijkirin. Bendewariya me ji hevbeşên me yên niha ew e di hewlên me yên bo aramiya Sûriyê de bi awayekî dirust piştevaniya me bikin.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn jî ragihand, her pêngaveke bo çareseriya krîza Sûriyê, divê di rêzgritina li serwerî û yekparçetiya axa wî welatî be.

Vladimir Putîn diyar kir, çaraseriya ji bo rewşa Sûriyê ew e ku hemû penaberên Sûrî vegerin di jêr desthilata hikûmeta wî welatî de.

Putîn destnîşan kir, “Tekeziyê li wê dikim rewşa wan navçeyên ku ne di jêr kontrola hikûmeta Sûriyê de ne çend nîgeranî çêkirine.  Em gefa rasteras a tawan, tundrewî û cudabûnê li wê navçeyê dibînin. Hêleke xirabker a welatên rojava bi serokatiya Amerîka bi asteke zêde alîkarên vê yekê ne.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: